rojane
-

Ji Wezareta Olî ya Şamê giştînameya ‘fetih’
Wezareta Karûbarên Olî (Ewqaf) ya girêdayî Şamê, komên çete li dijî gelên Rojava sor dike û li ser şopa rejîma Sedam Hisên ji bo pêkanîna komkujiyan sûreta El Anfal bi kar anî.
-

Ji girtîgeha Eqtanê peyama şervanên YPJ'ê
Şervanên YPJ'ê, diyar kirin ku wê li Girtîgeha Eqtanê li ber xwe bidin û rûmeta mirovahiyê bi dewamî biparêzin.
-

QSD: Êrîşên li ser Kobanê hatin têkbirin
QSD’ê têkildarî êrîşên li ser gundewarên Kobanê diyar kir ku êrîş hatine têkbirin.
-

Jinên Kobanê bersiv dan banga seferberiyê
Bi hezaran şêniyên Kobanê, bersiv dan banga seferberiyê û ji bo desteka bi QSD’ê û YPJ’ê re, daketin qadan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî planên tunekirinê yên li ser gelê Kurd, dê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.
-

Pêşengên Şoreşa Rojava di çeperên berxwedanê de ne
Pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên Şamê li çeperên berxwedanê cihê xwe girtin.
-

PAJK: Roj roja parastina Rojava ye
PAJK’ê, diyar kir ku wê Rojava li ber xwe bide, rûmet û hebûna xwe biparêze û teslîm nabe" û bang li hemû mirovahiyê kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û got: “Divê hemû jin û ciwan bi her cûre çalakiyan hêz bidin berxwedanê."
-

Çeteyên HTŞ’ê 2 şervanên YPJ`ê revandin
Çeteyên HikÛmeta Demkî 2 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), li herêma Dêrazorê revandin. Ev kiryar bû sedema nerazîbûna raya giştî û jinan.
-

Gelê Silêmanî ber bi Rojava ve bi rê ket
Li bajarê Silêmaniyê bi sedan kes bi armanca piştgiriya berxwedana Rojava, ber bi Rojava ve bi rê ketin.
-

KJK: Bila her kes li dora Rojava bibe xeleka ji agir
Koordînasyona KJK’ê bi gotina "Rojava ji bo jinên cîhanê keleha azadiyê ye" û “Welatê mirovahiya mezin e" li dijî tarîtiya ku tê ferzkirin bi gotinên "Li dora Rojava bibin “xeleka ji agir” bang kir.
-

Êrîşên li ser Rojava didomin: Divê Peymana Medîneyê were dîtin
Berdevka PÎA’yê Menîce Gulmez diyar kir ku li Rojava bi têgehên olî komkujî tên kirin û got: “Ger em bixwazin mîsyona rast a îslamê derxin holê divê em li Peymana Medîneyê ya Hz. Muhemmed ji bo aştî û lihevkirinê amade kir binêrin.”
-

Jinên Til Temirê: Em li dijî êrîşan ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin
Jinên bajarê Til Temirê, bertek nîşanî êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji aliyê cîhadîstên rêveberiya demkî û şaneyên DAIŞ’ê ve dan û gotin ku ew heta dawî bi QSD’ê re ne û wê êrîşên li ser projeya wan a demokrasiyê têk biçin.
-

Çalakvanên nobeta li Mexmûrê: Em li gel gelê Rojava ne
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 179’an bi piştgirî dayîna berxwedana Rojava didome
-

Şêniyên Hesekê taxa xwe diparêzin
Şêniyên bajarê Hesekê li dijî êrîşên ku li gelek deran hatine destpêkirin diyar kirin ku ew ê taxa xwe biparêzin.
-

Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn: Li Rojava tasfiyeya neteweyî heye
Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da, êrîşên li ser Rojava mîna “êrîşên tasfiyeya neteweyî” pênase kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan li lez bikevin tevgerê.
-

Ji kolanan peyama Rojava: Êrîşên li dijî Rojava sûcên şer in
Êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li dijî Rojava li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin protestokirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate destnîşan kirin ku hedefgirtina sivîlan polîtîkayek bi zanebûn û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
-

Cîhadîstên HTŞ’ê Navenda Heyva Sor a Kurd a Erîşa talan kir û şewitand
Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, amûrên tibî û lojistî yên Navenda Heyva Sor a Kurd a bajarê Erîşa yê gundewarê başûrê Hesekê dizîn, talan kir û şewitand.
-

QSD: Girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket
QSD’ê, têkildarî Girtîgeha Şedadê daxuyaniyek da û got: “Komên Şamê êrişî girtîgeha Şedadê ya başûrê Hesekê ya bi hezaran çeteyên DAIŞˊê lê hene dikin, şervanên QSDˊê gelek caran êrişên wan têk birine, lê girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket.”
-

Foza Yûsif: Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku seferberiya giştî ragihînin
Endama Desteya Serokatiya PYDˊê Foza Yûsif, li ser hesabê xwe ya X’ê peyamek parve kir û got: “Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku seferberiya giştî ragihînin, ji ber ku Kurdên li Rojava rûbirûyî xeteriya qirkirinê ne."
-

Jin wê li dijî êrîşan li Enqere û Stenbolê çalakî li dar bixin
Înîsyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku destekê ji dewleta Tirk digrin li ser Kurdan û jinan, banga beşdariya çalakiyên li Enqere û Stenbolê kir.
-

Şêniyên Mexmûrê piştgirî dan banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser
Li wargeha penaberan a Mexmûrê di çarçoveya piştgiriya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser de daxuyanî hat dayîn û bang li gelê Kurd hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava hevgirtinek xurt çêbikin.