Sabîha Onar: Komploya li hemberî Rêber Apo tu carî bi ser neket

Endama Akademiya Jineolojî ya Mexmûrê Sabîha Onar diyar kir ku bi komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwastin gelê Kurd tune bikin lê bi ser neketine.

Mexmûr  Hêzên navneteweyî 15’yê Sibata 1999’an de bi komployek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî dewleta Tirkiyeyê kirin. Ev 27 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ruxmê ku ev demeke dirêj e ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê hêviyê pêwist e hatibûya pêkanîn jî ev yek ji aliyê dewleta Tirk û hêzên komploger ve tê astengkirin. Her wiha li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku dibêje mafê hêviyê mafê bingehîn e divê girtî ji vî mafî bêpar nemînin.

Endama Akademiya Jineolojî ya Mexmûrê Sabîha Onar di salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî de li ser komployên ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tên pêkanîn û her wiha li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

‘Rêbertî dîl girtin lê tu carî negihîştin armanca xwe’

Sabîha Onar diyar kir ku meha Sibatê her çiqas ji meheke bi êş be jî ya ku mirov li ser lingan digre ev meh e û wiha got: “Ev 27 sal in di mejiyê dayîk, bav û zarokên me de xwestin hişmendiyeke reş bidin avakirin lê di vê mijarê de bi ser neketin û tu carî jî dê bi ser nekevin. Li ser zimanê zarokên me heya dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hebe tu carî nikarin hişmendiya Kurdan têk bibin. Ev rihekê ku li derdora Rêbertî hatiye hûnandine. 27 sale Rêbertî dîl girtîne feqet ti carî nekarîne bigîhin armanca xwe ya bingehîn. 27 sal ne kême û kesekî din ba ne dikarî ewqasî berxwe bide. Rêber Apo di nava çar dîwaran de bi fikirê xwe vî gelî li ser lingan dihêle. Mirov dema difikire fehm dike ku ev hêza hişmendiya Kurd û Kurdewariyê ye ku Rêber Apo di xwe de hûnandiye û dixe enerjî ku ev gel li derdorê dibe xelek.”

‘Hêzên komploger xwestin banga 27’ê Sibatê têk bibin û komployê bidomînin’

Sabîha Onar di axaftinên xwe de bal kişand li ser berxwedaniya gelê Kurd û banga 27’ê Sibata 2025’an a Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pêde çû: “Hêzên komploger xwestin vî gelî têk bibin feqet nikarîbûn têk bibin û her wiha bi yekitî û berxwedaniya vî gelî re hişmendiya Kurd û Kurdistanî hîn xurtir bû. Ji dîrokê heta niha hişmendiya Kurda ne çar perçe kiribûn sed perçe. Ruxmê ku xwestin bê hiş, îrade û hêz bihêlin jî gelê Kurd destê xwe dirêjî civakeke aştî û demokrasiyê kir. Ev dirêj kirina dest ji bo gelên bikaribin bi hevre azad jiyan bikin û civaka demokratîk ava bikin bû. Heta astekî encam jî girt, hêvî û moralek jî da ava kirin. Di bingeh de encex xwişk û biratiya gelan dikare vê pêvajoyê de bê bicih kirin. Hêzên komploger bi destên hêzên cîhadîst re xwestin banga 27’ê Sibatê têk bibin û komployê bidomînin. Ev hêzên komploger naxwazin xwîşk û biratiya gelan, yekitî û civak bûyîn pêk bê ji ber ger pêk bê yê berjewendiyên wan bikevin xeteriyê. Kesên ku ger dijî xwişk û biratiya gelan be ti carî sernakeve. Rêber Apo mûdaxeleya vê pêvajoyê kir ku komplogeran xwestin bi komployêke din sed salekî din jî xwe bidin jiyan kirin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên kû dane destpêkirin ve xwestin şerê Kurd û Ereban bidin destpê kirin.”

‘Yên ku civaka exlakî û polîtîk ava bikin û birêve bibin jin in’

Sabîha Onar anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo, civaka aştî û demokratîk û jiyana komînal hêza jin derxistiye holê û wiha got: “Vê paradîgmayê di şer de jî û di nava civakê de jî hêza jinan derxist holê û ber bi azadiyê ve bir. Li Rojavayê Kurdistanê dijmin ruxmê ku bi hovane êrîşî gel kir dayîkên li wir zarokên xwe dan hembêza xwe çeka xwe girtin û kolanên xwe ji dijmin parastin. Axa xwe neterikandin ji ber dizanibûn devberdana ji axa xwe devberdana ji jiyan û armanca xwe ye. Yên ku civakê rizgar bikin, birêve bibin û civaka exlakî û polîtîk ava bikin jin in. Rih û hestên jinan dikujin û dixwazin jinan têk bibin. Dema Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jinan derxist holê wê salê komploya yekemîn pêk anîn. Rêbertî dema bîrdoziya rizgariya jinan ava kir xwest jin ne tenê di şer de cih bigrin xwest fikir û zanabuna wan di nava civakê de diyar be. Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê weke Şoreşa Jinan hat pênasekirin. Ji ber ku jin ji şer bigre heta hemû qadên civakê di her warî de rola xwe lîstin. Tirsa wan a herî mezin jin bûn. Ji ber Şoreşa Rojava Şoreşa Jinan bû komploya duyemîn jî li ser Şoreşa Jinê hat pêkanîn.”

‘Ger jinên cîhanê yekîtiya jinan ava nekin dê pergal xwe xurt bike’

Sabîha Onar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li destkeftiyên jinan derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger femînîst û nivîskarên jin ên cîhanê li hemberî vê hişmendiya cîhadîst yekîtiya jinan ava nekin, pergal dê li hemberî destkeftiyên jinan xwe xurt bike. Pêwist e em bibin xwedî hişmendî û têkoşîneke xurt.”