rojane
-

Li Şikefta Casenê hemû cîhan bû şahidê zayîneke nû – ÇAVDÊRÎ
Gerîlayên PKK’ê yên ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan merasîma şewitandina çekan li dar xistin, bi agirê çekan, mizgîniya zayîneke nû dan.
-

Nûristan: Herêmeke çiyayî ya xwedî kokên jinan e
Di dilê çiyayên bilind ên Efganistanê de, li cihên ku rê ax, dewlet jî tune tê hesibandin de, jinên berxwedêr dijîn. Nûristan, axa ku ji ber zexta bêdengiya sedsalan dengê jinan lê bilind dibe û hatiye jibîrkirin e.
-

Parêzera Kurd: Li Îranê bi rengekî aşkera mafê girtiyan tê binpêkirin
Parêzer Selwa Osman têkildarî êrîşên Îsraîl yên li ser girtîgeha Evînê ya li Tehranê û nêzikatiyên Îranê yên di vî warî de got ku “Li Îranê bi rengekî aşkera mafê girtiyan tê binpêkirin. Ev yek di topbarana li ser girtîgeha Evîn de tekeztir bû.”
-

Hevserokên Dem Partiyê: Merasîm vexwendina jiyanek demokratîk e
Hevserokên DEM Partiyê daxuyandin ku merasîma îmhakirina çekan a PKK'ê vexwendinek ji bo jiyaneke demokratîk û azad e û gotin: "Niha dem hatiye ku em bi hev re qanûnan çêbikin û ber bi Tirkiyeyeke demokratîk ve gavan bavêjin."
-

Besê Hozat: Ev gavê me helwestekî siyasî ye
Hevseroka KCK’ê Besê Hozat ku pêşengî ji merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk kir got, “Hatina me ya vir bi biryarekî pir zelal pêk hat. Em dizanin bê ka em ji ber çi li vê derê ne. Ev gavê me helwestekî siyasî ye.”
-

Li Sûdanê li dijî mirovahiyê sûc tên kirin: 7 hezar delîl hatin komkirin
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, da xuyakirin ku li bajare Darfûr ê Sûdanê ku gelek pevçûn lê çêbûne, sûcên destdirêjiyê hatine kirin û ji 7 hezarî zêdetir delîl hatine komkirin.
-

Merasîma dîrokî li gelek bajaran hat temaşekirin
Welatiyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Abdullah Ocalan li dar xist, bi kelecaneke mezin temaşe kirin.
-

Dîmenê merasîma şewitandina çekan hat parvekirin
Dîmenê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk hat parvekirin.
-

Besê Hozat pêşengiya merasîma dîrokî kir
Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi dema Kurdistanê saet di 11:25'an de destpê kir û saet di 11:45'an de bi dawî bû.
-

Ji kêliyên dîrokî wêneyên ewil
Ji merasîma dîrokî ya îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” dîmenên ewil hatin weşandin.
-

Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da
Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da û got: "Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin."
-

Merasîma îmhakirina çekan dest pê kir
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk tên Başûrê Kurdistanê û çekên xwe datînin. Merasîma îmhakirina çekan dest pê kir.
-

Bala Kurdistaniyan li ser merasîma gerîla ye
Li gelek bajarên Kurdistanê gel bi kelecaneke mezin li benda merasîma îro ya 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' a gerîla ye.
-

Li Silêmaniyê bi merasîmek dê çek werin îmhakirin
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Koma Aştî û Civaka Demokratîk dê li Silêmaniyê bi merasîmek çekan îmha bikin. Ji bo şopandina merasîmê ji Tirkiye û bajarên Kurdistanê heyetan berê xwe dan Silêmaniyê.
-

Subjeyên têkoşîna azadiyê: Pêkhatina aştiyê têkbirina zextan e
Jinên ku subjeya têkoşîna civakî ne, diyar kirin ku pêkhatina aştiyê têkbirina zextan e û gotin ku çareserî, di têkoşîna demokrasiyê de ye.
-

Jinên bê nasname rastî her cure êrîşan tên
Jinên bê nav û bêdeng, her çendî di navbera du welatan de cih biguherînin jî li tu cihan ji bo jiyanê cih nedîtine. Jinên bê nasname, ji mafên xwe bêpar tên hiştin û nikarin li dijî tundî û cudakariya li hemberî wan tê kirin dengê xwe derbixin.
-

Jineke Iraqî behsa hovîtiya di girtîgehên DAIŞ’ê de kir
Hevfa Xalef kêliya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin, îşkenceya fizîkî û derûnî ya rast hatiye û zirarên ku malbata wê dîtine vegot û da zanîn dema herî tarî, dema hebûna DAIŞ’ê bûye.
-

Ji bangê re bersiva jinên Kobanê: Dengê te dengê me ye, azadiya te azadiya me ye
Jinên ji bajarê Kobanê kêfxweşiya xwe ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk anîn ziman. Jinan weke bersiva bangê ji bo Abdullah Ocalan gotin: “Dengê te dengê me ye, azadiya te jî azadiya me ye.”
-

Jinên Êzidî dixwazin Abdullah Ocalan bibînin
Jinên Êzidî diyar kirin ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûbirû bibînin û destnîşan kirin ku divê Ocalan bi xwe peyama xwe ya ku ji civak û jinên Êzidî re şandibû, rûbirû bîne ziman.
-

Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Xezayê didomîne
Îsraîl li Zîvala Xezayê êrîşê sivîlên ku li noqteyên tenduristiyê li benda alîkariya xûrekê bûn kir. Di encama êrîşên li dijî Xezayê de piraniya wan zarok û jin 28 kes jiyana xwe ji dest dan.