Pakistanê êrîşî Nangarhar û Paktîkayê kir: 17 kuştî û birîndar
Di êrîşên hewayî yên Pakistanê yên li dijî deverên parêzgehên Nangarhar û Paktîkayê de, jin û zarok jî di nav de herî kêm 17 kes mirin an jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Di encama êrîşên hewayî yên Pakistanê yên li dijî deverên parêzgehên Paktîka û Nangarharê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 17 kes mirinan jî birîndar bûn.
Hêzên Pakistanê deverên li parêzgehên Paktîka û Nangarharê bombebaran kirin. Wezareta Parastinê ya Talîbanê, îro derbarê êrîşan de daxuyaniyek da û ragihand ku di van êrîşan de malên sivîlan û dibistanek olî zirar dîtine.
Wezareta Parastinê ya Talîbanê, der barê windahiyan de hejmarek piştrastkirî neda û lê diyar kir ku di nava kesên mirine an jî birîndarbûnê de jin û zarok jî hene. Çavkaniyên herêmî, ji Al Jazeera re ragihandin ku tenê li parêzgeha Nangarharê 17 kes mirine û birîndar bûne.
Pakistan, diyar dike ku ev êrîş bersivek e li ser êrîşên xwekuj û çalakiyên komên çekdar ên wek Tehrik-i-Taliban Pakistan (TTP) û DAIŞ’ê ku ji axa Efganistanê li dijî hedefên di hundurê Pakistanê de tevdigerin e. Îslamabadê, berê ji hikûmeta demkî ya Talîbanê xwestibû ku rê li ber van koman ku axa Efganistanê bikar tînin, bigre.
Piştî ku Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê (UNAMA) ragihand ku di sê mehên dawî yên 2025’an de zêdetirî 82 jin û zarokên keç di pevçûnên sînorî yên di navbera Talîban û Pakistanê de hatine qetilkirin an jî birîndar bûne, ev bûyer pêk hat.