Kewser Mihemed: Dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ bûye kevneşopî
Berxwedana di têkoşîna gelê Kurd de ne tenê sekna leşkerî ye, felsefeya parastina nasname, azadî û jiyanê ye. Çalakvan Kewser Mihemed got ku dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ bûye kevneşopiyek.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Di dîroka tevegra Kurd de, berxwedan gelek caran dihat wateya şer û sekna leşkerî. Lê belê ji sala 80’yan ve li gel pêşketina fikrên siyasî, di nava PKK’ê de, ev wate hat guhertin û berfireh bû. Di vir de berxwedan ne tenê hêzeke leşkerî ye, berxwedana çandî, civakî, siyasî û parastina mafan e. Ev fikr ji dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ hatiye kurtkirin. Li gorî vê bê berxwedan jiyan nabe. Ev jî tê wê wateyê ku berxwedan ne tenê çalakiyeke demkî ye, şêwazê hebûna li dijî hêzên zordest e.
Îfadeya ‘Berxwedan jiyan e’ ne tenê dirûşm e. Nûnertiya guherîn û sekna li hemberî zoriyan û lêgerîna azadiyê vegerandina felsefeya jiyanê ye.
Sembola berxwedanê
Dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku Mazlum Dogan, navê yekem bû ku li zidanê çirûska mezin a berxwedanê vêxist. Bi peyama “Teslîmyet îxanet e, berxwedan dibe serkeftinê” di 21’ê Adara 1982’an de çalakiya fedayî pêkanî, bû sembola berxwedana li dijî zext û îşkenceyên li girtîgeha Amedê. Dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ piştre bû dirûşma hevpar a kesên daxwaza azadiyê dikin û îro hê didome. Jin di çalakî û meşan de vê dirûşmê berz dikin û daxwaza xwe ya ji bo civakeke aştiyane û demokratîk tînin ziman.
‘Berxwedan jiyan e bûye kevneşopî’
Çalakvan Kewser Mihemed têkildarî dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ wiha got: “Dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ niha li her çar aliyên Kurdistanê hemû kes berz dikin. Bûye kevneşopiyek û dirûşmek ku li her çar aliyên Kurdistanê tê berzkirin. Me dît beriya du hefteyan çawa hemû Kurd di bin dirûşmek û alek de daketin qadan. Di vir de diyar bû ku çawa hemû Kurd dilsozên xak û Kurdistanê ne. Bêguman gotinên min ne ji bo niha ne, ji berê ve bi vî awayî bû lê belê hinek sedem hebûn em nikaribûn wekî niha bin. Kurdên derve bi yek dengî daketin qadan bi yek dengî dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ berz kirin.”
‘Ciwan dixebitin’
ewser Mihemed, bal kişand ser fikrên wan ên der barê ciwanan de çawa hatine guhertin û got: “Ev rewşa ku rûda bû sedem ku fikrên me hemû kesan der barê ciwanan de were guherîn me digot ciwanên me ji welatparêziyê dûr in lê yên ku daketin kolanan ciwanên me bûn û pêşengî ji çalakiyan re kirin. Cihê ciwan û jinan gelek girîng e û dikarin siberojê li ser bingeha wan ava bikin divê bizanibin ku îro ciwan dixebitin û kar dikin, ketine xema siberoja xwe.”
‘Ji bo Kurdistanê û yekîtiyê divê em hemû bi hev re bixebitin’
Kewser Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser zimanê me ye em berz dikin. Jin beşa girîng a civakê ne û peyama min ew e ku ji îro û pê ve pirsgirêk ne ez û ew, Kurd û Kurdistan be. Divê her kes li cihê lê ye bi derfetên xwe ji bo jin, ciwan û Kurdistanê xizmetê bike. Ji bo Kurdistanê û yekîtiyê divê em hemû bi hev re bixebitin.”