Çalakiyên 8’ê Adarê didome
Li gelek bajaran jin di çerçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de tên ba hevdû. Jinan ji şer û tundiyê re got na.
‘Ji Amedê heta Rojava û Rojhilat jin sînoran nas nakin’
Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a DÎSK Genel - Îş’ê Hazal Anahtar Kaya, diyar kir ku 8’ê Adarê ne tenê roja bîranînê lê di heman demê de roja berxwedana hevpar a jinan a li dijî kedxwarî, tundî, şer û serdestiya mêr e û got: “8’ê Adarê ji bo jinên Kurd li dijî înkarê têkoşîn, li dijî şer aştî, li dijî serdestiya mêr jî roja parastina jiyana azad e. Em îro firfirokên xwe ber bi asîman ve difirînin. Ji ber ku sembola derbaskirina sînoran, li dijî qedexeyan sembola hêviyê û mezinkirina azadiyê ye. Êrişên ji bo biçûkxistina tên kirin, di berxwedana jinan de vediguhere azadiyê. Ji Amedê heta Rojava û Rojhilat jin sînoran nas nakin. Asîman ê me ye, jiyan a me ye. Pêşeroj di destê jinan de ye.”
Piştî daxuyaniyê, firfirokên ku keziyên jinan li ser hatibûn xêzkirin hatin firandin û çalakî bi dawî bû.
Riha
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniya li Baroya Rihayê bûn.
Seroka Navenda Mafên Jinên Zeliha Ozen Muduroglûyê diyar kir ku ew hemû jinên li dijî tundiyê û newekheviyê li ber xwe dane bibîr tînin û got: “Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye; bêyî hincetên wekî şer, mezhebp û ewlehiyê bi tu awayî nayê sînordarkirin. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî tundî, şer û bêcezatiyê bitêkoşin.”
Stenbol
Înîsyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi rêya PTT ku li Qada Galatasaray a Beyoglu ji bo jinên girtî yê li girtîgeha herêma Marmara qert şandin.
Beriya şandina qertan li ber PTT daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Însyatîfa Dayîkên Aştiyê Zeyneb Calihan ve hate dayîn û diyar kir li girtîgehan zarok û hevalên wan hene û li welat hiqûq nîne.
Zeyneb Calihan da zanîn ku ji bo 8’ê Adarê qert şandine ji girtiyan re û destnîşan kir ku ew li welat aştiyê dixwazin û xwest 8’ê Adarê bibe wesîlaya aştiyê.