Fatma Nur û keça wê Hîfa çima nehatin parastin?
Jinan têkildarî mirina bi guman a Fatma Nur Çelîk û keça wê Hîfa Îkra pirsa ‘Çima nehatin parastin?’ didomînin. Komeleyên jinan dixwazin berpirs hesab bidin.
Navenda Nûçeyan – Bertek û daxuyaniyê derbarê mirina bi guman a Fatma Nur Çelîk û zaroka wê Hîfa Îkra ya 8 salî li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê, didomin.
Komeleya Têkoşîna li dijî Tundiya Zeyendî, daxuyaniyek bi sernavê ‘Bila sala weya malbatê xirab bibe, Fatma Nur û Hîfa çima nehatin parastin?’ weşand.
Bal kişandin li ser biryara nepeniyê
Komeleyê da zanîn ku biryara nepeniyê ya ji bo mirina jin û keça wê hatî dayîn dê ser rastiyan negre, daxwaz kir ku divê dosya bi awayek şefaf û çalak bê lêkolînkirin. Komeleyê da zanîn ku divê pêvajoyên têkildarî kiryar û kiryaran, bi awayek edlane û aktîv were meşandin.
Banga vegerandina Peymana Stenbolê
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê lêpirsînkirina mekanîzmayên pêkanîna biryara derbarê parastina zarokan, mirinên bi guman ne bi etîketa ‘întiharê’ ya medya û raya giştî, weke bûyerên ku divê were lêkolînkirin were rojevê. Her wiha di daxuyaniyê de banga lezgîn a vegera Peymana Stembolê kir.
Komeleyê ev pirs pêşkêşî saziyên eleqeder kir:
“* Tevî gefên vekirî ên mirinê û bi caran giliyên hatin kirin, çima dozger nekete tevgerê?
* Dozgerên ku hatine tayînkirin çima ji erk hatin girtin?
* Çima bi lezgîn razandina zaroka ku bi mehane xwarin nexwarî û av venexwarî ya nexweşaneyê nehate kirin.
* Diviya bu dayîk di wexta wê de bihata parastin, ji bo girtina dozê çima rastî zextê hat?
* Serlêdanên ku hatine kirin, çima bi awayek çalak nehate lêkolînkirin?
*Çima parastin nehate pêkanîn?”