Li Darfûrê 6 zarok hatin kuştin
Di encamê êrişên bi dronan yê li ser bajarê Kutum ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez a li eyaleta Darfura de 12 sivîl hatin kuştin û 6 ji wan zarokin.
Navenda Nûçeyan – Çavkaniyek bijîşkî û çalakvanên herêmî li Sûdanê ragihandin ku 12 cenaze rakirine nexweşxaneyek li bajarê Darfûrê, ku di nav wan de şeş zarok hene, ku sê ji wan xwendekarên lîseyê bûn. Şanzdeh kesên din, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, piştî ku di êrîşa bi drona de hatin hedefgirtin, birîndar bûn û li nexweşxaneyê tên derman kirin.
Komîteya Berxwedana El Faşer, ku ji destpêka pevçûnê ve binpêkirinan belge dike, got ku êrîşa hewayî ya roja Çarşemê, 8’ê Nîsanê, taxa El-Selama ya nêzîkî Dibistana Umm El-Banatê hedef girt. Komîteyê artêşa Sûdanê berpirsiyarê êrîşê girt ser xwe, ku di nav şerê berdewam ê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de ku di Nîsana 2023’an de dest pê kir, pêk hat.
Hefteya borî, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di navbera Çile û nîvê Adarê de ji ber êrîşên bêmirov zêdetirî 500 sivîlan hatine kuştin û hişyarî da li ser "bandora wêranker" a van çekan li deverên qerebalix.