Di êrişên Îsraîlê de 33 zarok hatine kuştin

UNICEF’ê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de herî kêm 33 zarok hatine kuştin û 153 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên hemwext li ser deverên cuda yên Lubnanê de, roja Çarşemê herî kêm 33 zarok hatine kuştin û 153 kes birîndar bûne.

UNICEF’ê diyar kir ku êrîşan ji bo zarokan pêşveçûyînek "wêranker û nemirovane" çêkiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ji 2’yê Adarê vir ve li welêt zêdetirî 600 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku zêdetirî milyonek kes koçber bûne û nêzî 390 hezar ji wan, zarok in.

UNICEF’ê tekez kir ku divê sivîl, bi taybetî zarok, di her şert û mercî de werin parastin û bal kişand ser qanûna mirovî ya navneteweyî.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, di êrîşên roja Çarşemê de bi tevahî 303 kes hatine kuştin. Ji 2’yê Adarê ve, êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê bûne sedema mirina herî kêm hezar û 888 kesan û zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûne.