Li Kongoyê zêdetirî hezar bûyerên Ebolayê hatin tomar kirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê şewba Ebolayê lez û bez belav dibe, di demekê de ku zêdebûnek mezin di enfeksiyon û mirinan de heye, ji ber zehmetiyên xwecihî hewlên kontrolkirinê li herêmên rojhilat ên ku pevçûnên çekdarî lê hene, tên asteng kirin.

Navenda Nûçeyan – Komara Demokratîk a Kongoyê û Uganda di pêşketina belavbûna vîrusa Ebolayê de şahidiyek giran ji mirinan re dike. Bi zêdebûna rêjeya enfeksiyon û mirinan û tedbîrên awarte ku ji aliyê welatên cîran ve hatine girtin da ku pêşî li belavbûna cureya kêmdîtî ya “Bundibugyo” were girtin. Ji ber ku hîna dermankirinek pejirandî ji bo wê vîrûsê peyda  nebûye.

Hezar û 77 bûyerên gumanbar yên şewbê hatin tomar kirin

Li Kongoyê Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku ji destpêka belavbûna şewba Ebolayê ve hezar û 77 bûyerên gumanbar hatine dîtin. 246 kes ji wan mirine, her wiha 121 bûyerên ku ji hêla laboratûvarê ve hatine piştrast kirin, 17 ji wan mirine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destnîşan kir ku dibe ku hejmarên rastîn pir zêdetir bin, ji ber ku belavbûna vîrusê li parêzgeha sînorî ya Îtûrî bi hefteyan nehatiye tespîtkirin. Her wiha tevahî bûyer jî nehatine ragihandin.

‘Banga rawestandina şer’

Rêveberê Giştî yê WHO tekez kir ku rewşa li rojhilatê Kongoyê “karesatbarek ya di navbera nexweşî û pevçûnê de" temsîl dike, diyar kir ku  şerê berdewam rê li ber tîmên bijîşkî digire ku baweriyê bi nifûsê re ava bikin an jî kesên nexweş îzole bikin. Bang li hemû aliyên li Kongoyê kir ku tavilê agirbest ragihînin û şerê berdewam kontrolkirina belavbûnê hema hema ne mumkin dike.

Tîmên bijîşkî gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin

Li aliyekê din, tîmên bijîşkî û mirovî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, bi taybetî jî binesaziya rêyan a nebaş, li rojhilatê Kongoyê berdewamiya şer, pêlên koçberiya girseyî ber bi kampên qerebalix, nebûna alîkariya navneteweyî û êrîşên li ser navendên tenduristiyê.

Tedbîrên îzolasyonê yên tund

Piştî ku Uganda heft bûyerên piştrastkirî û yek ya mirina bi vîrûsê li nav axa xwe tomar kir şûn de tedbîr girt û girtina demkî ya sînorê xwe bi Kongoyê re ragihand. Ji ber ku piraniya wan kesên bi vîrûsê ketine di nav xebatên tenduristiyê de bûn, dema ku nexweşên Kongoyê re mijûl bûn vîrûs derbasî wan bû.  

Karantînaya mecbûrî

Rayedar tenê destûrê didin tîmên bersiva epidemiolojîk, mîsyonên mirovî û barkirina xwarin û kelûpelan û her kesê ku ji Kongo tê, dê di karantînaya mecbûrî ya 21 rojan de bimîne.

Ev tedbîr li dijî pêşniyarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye, ku hişyarî dide ku girtina sînoran dikare mirovan ber bi derbasbûnên nefermî ve bibe  û xetera belavbûna vîrusê zêde bike.

Rêxistina Bijîşkêkn Sînornenas piştrast kirin ku rewş ji kontrolê derketiye û nebûna testan wêneya epidemiolojîk nezelal dike.