Li Lubananê pêla valakirinê berfirehtir dibe

Di siya êrîşên berdewam ên di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de û bi danûstandina di navbera herdu aliyan de ku serê Hezîranê li Washingtonê destpê bike, Lubnan ji dema ragihandina agirbestê ve şahidiya pêla mezin a valakirinê dike.

Navenda Nûçeyan – Ji destpêka ragihandina agirbesta di navbera Îsraîl-Lubnanê de, eniya şer rastî rageşiyeke ku heta niha nehatiye dîtin tê. Piştî çend saetan ji derxistina fermanên valakirina berfireh ku bi sedan bajarokên li başûrê Çemê Zehranî jî di nav de bûn, artêşa Îsraîlê rêzeêrîşên berfireh û dijwar bir ser bajarê Sor û derdora wê ve.

Piştaî fermana artêşa Îsraîlê ku ji niştecihên di avahiyên taybet de dijîn xwest yekser derkevin, Îsraîlê dest bi êrîşên nû li derdora bajarê Sor ê lubnanê kir.
Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê diyar kir ku êrîşên dijwar bersiva tiştê ku bi binpêkirinên peymana agirbestê ji hêla Hizbullah ve tên kirin e. 
Artêşa Îsraîlê li wargeha Şitolayê li sîrenan da û hişyariya “derbasbûna dronan” da.  Ev hişyarî hemwextî zêdebûna êrîşên hewayî yên Hizbûllahê li bakurê Îsraîlê hatin.  

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku 6 sivîlên malbateke penaber a di wesayîdek de bûn, di navbera wan de zarok jî hebûn, bi balafireke Îsraîlê li ser riya Edloun a li herêma El-Nebî Sarî ya başûrê Lubnanê hatiye hedefgirtin û kesên tê de hatine kuştin.

‘Zêdetirî 150 êrîşên hewayî’

Li gorî raporên medyayê, di 24 seatên borî de hêzên Îsraîlê  zêdetirî 150 êrîşên hewayî pêk anîn. Ev êrîş nêzî 50 bajarok û gundên li başûrê Lubnanê û rojhilat û rojavayê Geliyê Bekayê, di nav de bajarê Sor, El-Nebitiye û Meşxera hedef girtin.

‘Pêla koçberiyê berfirehtir bûye’

Fermanên valakirinê yên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve tên dayîn deverên berfireh ên başûrê Çemê Zehranî her wiha nêzî 300 bajarok û gundan ku nêzî ji sedî 14 axa Lubnanê ye, dihewîne. Ev ferman bûne sedem ku herêm şahidiya pêleke berfireh a koçberiya ji bajarên Sor, El-Nebitiye û deverên din bike. 

‘Lubnan şahidiya diyardeya valakirina cihan ku heta niha nehatiye dîtin dike’

Rêxistinên mirovî diyar kirin ku bajarê Seyda êdî nikare malbatên din bihewîne û ji koçberan xwestin ber bi Geliyê Bekayê û Çiyayê Lubnanê ve biçin. Ji dema ragihandina agirbeta û pratîzekirina wê ve ev diyardeya valakirinê ya herî mezin e ku Lubnana şahidiya wê dike. 

Ev alozî beriya gera danûstandinan a li Washingtonê di navbera şandeyên leşkerî yên herdu aliyan de çêbû, çûnhatina ji bo danûstandinan jî di destpêka Hezîranê de dest pê bike.