NY: Li seranserê cîhanê 650 milyon jin û zarok bi zorê tên zewicandin
Rêxistinên navneteweyî balê dikşînin ser encamên zewaca zarokan û diyar dikin ku ev pratîk bi milyonan zarokan ji mafên perwerde, tenduristî û ewlehiyê bêpar dihêle, di heman demê de wan dixe nava xeterên mezin ên tenduristî, civakî û aborî.
Navenda Nûçeyan – Raporek ku îro ji aliyê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye weşandin hişyar dike ku zewaca zarokan, zewaca di temenê biçûk de pratîkên zewaca bi zorê, her çendî di salên dawî de kêm bibin jî li gelek deverên cîhanê belav bûne. Li gorî raporê, rêjeya pêşketinê ji bo bidestxistina armanca navneteweyî ya jiholêrakirina van pratîkan heta sala 2030-an têrê nake.
Her sal nêzî 12 milyon zarokên keç beriya 18 saliya xwe tên zewicandin
Di raporê de tê diyarkirin ku her sal nêzî 12 milyon zarokên keç beriya 18 saliya xwe tên zewcandin, li seranserê cîhanê, 650 milyon jin û zarokên keç bi zorê tên zewicandin. Rêjeyên herî bilind li Başûrê Asyayê tên dîtin, piştre Afrîkaya Başûrê Sehra û Rojhilatê Asyayê û Pasîfîk tên.
Li gorî raporê, her çendî rêjeya zewaca zarokan hêdî hêdî kêm dibe jî heke ev meyla heyî berdewam bike dê bi qasî 300 sal bidome ku ev pratîk bi tevahî ji holê were rakirin.
Raport zewaca zarokan wekî zewaceke ku yek ji aliyan di bin temenê 18 salî de ye pênase dike; zewaca zû rewşên ku her çendî alî gihîştine temenê qanûnî yê zewacê jî ew negihîştine asta ku biryarek azad bidin. Zewaca bi zorê wekî zewaceke ku bêyî razîbûna tevahî û azad a yek ji aliyan an jî di bin zexta malbatî û civakî de tê kirin tê pênasekirin.
Krîzên mirovî rêjeyên zewaca zarokan zêde dikin
Rapor her wiha bandora giran a van pratîkan li ser keçên ciwan destnîşan dike tê gotin ku zarokên keç ên di temenê biçûk de zewicîne ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar in, derfetên wan ên aborî sînordar in û bi xeterên tundî û îstîsmarê re rû bi rû dimînin. Her wiha destnîşan dike ku ducanîbûn û zayîna zû xetera nebaşbûna tenduristiyê û mirina dayîkên ciwan zêde dike û dikare ji bo zarokên ku ji dayikên ciwan çêdibin bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî.
Her wiha tê destnîşankirin ku krîzên mirovî, pevçûn û karesatên xwezayî jî rêjeyên zewaca zarokan zêde dikin tê tekezkirin ku hinek malbat zewacê wekî çareseriyek ji bo sivikkirina barên aborî yan parastina zarokên xwe yên keç dibînin lê ev yek bi rastî keçan dixe bin binpêkirinan û wan bi îstîsmarê re rûbirû dihêl.
Divê zewacên bi zorê werin sûcdarkirin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li zewaca zarokan nêzikatiyek berfireh û li ser bingeha mafên mirovan hewce ye. Raport xizanî, newekheviya zayendî û normên civakî yên cudakar wekî sedemên bingehîn ên vê pirsgirêkê destnîşan dike û daxwaza zêdekirina gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo keçan, xurtkirina mekanîzmayên parastina civakî û dabînkirina piştgiriya aborî ji wan re dike.
Raport her wiha tekez dike ku zewacên bi zorê divê werin sûcdarkirin û temenê zewaca qanûnî hem ji bo jinan hem jî mêran bê îstîsna divê 18 salî were danîn. Rakirina rêziknameyên qanûnî yên ku destûrê didin an jî erêkirina zewaca zarokan, xurtkirina pergalên qeydkirina jidayîkbûn û zewacê û girtina kêmasiyên qanûnî jî di nav pêşniyaran de bûn.
Piştgiriya qanûnî psîkolojîk û civakî
Li ser rewşa derûnî jî di raporê de tê diyarkirin ku divê piştgiriya qanûnî, psîkolojîk û civakî ji kesên di temenê biçûk de hatine zewicandin re were dayîn û divê stratejiyên neteweyî yên ku perwerde, tenduristî, edalet û parastina civakî vedihewînin werin pêşxistin. Rapor her wiha girîngiya perwerdekirina dadwer, xebatkarên tenduristiyê, xebatkarên civakî û perwerdekaran li ser destnîşankirina dozên zewaca zarokan û bi zorê û nêzîkbûna bi mexdûran re destnîşan kir.
Di raporê de her wiha gavên qanûnî yên ku di demên dawî de li welatên wekî Kolombiya, Sierra Leone, Avusturalya, Hollanda, Filîpîn û Ozbekistanê ji bo zêdekirina temenê zewacê yan jî têkoşîna li dijî zewaca bi zorê hatine avêtin jî dihewîne.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku bidawîkirina zewaca zarokan pabendbûneke siyasî ya demdirêj, veberhênaneke xurt di perwerde û parastina civakî de û hêzdarkirina keçên ciwan hewce dike û tekez kir ku ev pratîk ne tenê pirsgirêkeke civakî ne, di heman demê de binpêkirineke cidî ya mafên mirovan e ku hewceyê çalakiyek lezgîn e.