Şerê Îsraîl-DYE û Îranê di roja 18’an de ye

Êrîşêne fuzeya balistîk a Îranê û operasyonên hewayî yên Îsraîl-DYE didomin, pevçûn ji Lubnanê heta Kendavê berfireh bû. Windahiyên sivîl zêde dibin, bi milyonan kes koçber dibin.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de kete roja 18’an, êrîşên li dijî hevdû û pevçûnên belavî hemû herêmê bûye bi dijwarî didome. Êrîşên fuzeya balîstîk a Îranê û operasoyên hewayî yên Îsraîl-DYE, bû sedem ku li gelek xalên Rojhilata Navîn çeperên nû werin vekirin.

Îranê ragihand ku şevê din li dijî Îsraîlê, pêlek êrîşên fuzeyan daye destpêkirin. Îranê diyar kir ku cara yekem e fuzeyên balîstîk ên stratejîk a tîpê ‘Siccil’ bikar aniye, diyar kir ku ev fuze gihîştiye beşên nava Îsraîlê. Tel Avîv û Şerîaya Rojava di nav de li gelek herêman sîren lêdane, hate diyarkirin ku hinek fuze li cihên bicihbûnê ketine û rê li ber xisarê vekiriye.

Li beramberî vê, Îsraîl-DYE, li Îranê Tehran, Tebrîz û Şîraz di nav de li gelek xalan êrîşên hewayî yên hemwext pêk anî. Hate îfadekirin ku di êrîşan de tesîsên hilberîna fuze û bînesaziyên nukleer hatine hedefgirtin, bi taybetî xalên leşkerî yên ku Esfehan û Şehrud hatine hedefgirtin. Ji saetên sibehê ve li Şîraz, Tehran, Bender Abbas, Xuremşehr, Karaj, Kazvin, Hemedan, Tebrîz, Esfahan, Kirmanşan û Mahabadê dengên teqînên tund hatine bihîstin.

Derbarê bîlançoya êrîşan de daneyên fermî sînordar man. Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan ya HRANA tenê di rojekê de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, 31 sivîl birîndar bûne. Di 243 êrîşên ku li 17 eyaletan hatî tomarkirin de, 66 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate îfadekirin ku ji 28’ê Sibatê heta niha herî kêm hezar û 351 sivîl hatin qetilkirin, nasnameya 622 kesan hê diyar nebûye. Di heman demê de hate îfadekirin ku herî kêm hezar û 126 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Li Lubnanê şer mezin dibe: Milyonek kes koçber bûn

Çeperek din ê şer li Lubnanê dijwar bûye, artêşa Îsraîl li dijî hedefên Hizbullah êrîşên xwe didomîne. Îsraîlê ragihand ku li dijî başûrê Lubnanê dest bi êrîşan bejahî kiriye. Di operasyonên ku ji çar aliyan ve didome de, hate diyarkirin ku di xeta Hizbullahê de pevçûnên tund tên jiyîn.

Hizbullahê li dijî vê yekê, hejmarek zêde roket avêtine herêmên Celîle û Nahriye ya bakurê Îsraîlê. Hate diyarkirin ku hinek roket bi warên sivîlan ketine û rê li ber şewat û zirar madî vekiriye.
Li gel dijwarbûna pevçûnan, hejmara kesên ku ji Lubnanê koç dikin gihîştiye milyonek.

Êrîşên ku li Rojhilat û Kendavê belav bûne

Balefirên şer ên Îsraîl-DYE, li Rojhilat baregeh û depoyên muhîmatan kir hedef. Hate diyarkirin ku di êrîşên li dijî Sine de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha êrîşên Îranê li dijî Erebistana Siûdî, Qeter, Yekîtiya Emîrtiyên Ereb, Urdun, Kuweyt û Îsraîlê didome. Hate îfadekirin ku ev êrîş rê li ber xisarên madî û windahiyên sivîl vekiriye. Li Abu Dabi jî di encama ketina parçeyên fuzeya balistîk de kesek, jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din, Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) ragihand ku komên girêdayî Muhafizên Şoreşa Îranê ji 28’ê Sibatê heta niha li herêma Federe ya Kurdistanê 307 êrîş pêk anîne.

Dîplomasî û rageşî zêde dibe

Rêberê olî yê Îranê Mucteba Hamaney, ragihand ku wê operasyonên di jî hedefên Îsraîl bidome û Tengava Hurmizê wê girtî bimîne. Li beramberî Serokê DYR Donald Trump ya binavkirina Îranê wek ‘pilingê ji kaxezê’, rayedarên Îranê diyar kirih ku wê hedefgirtina hebûna DYE’yê bidomînin.

Almanyayê, ragihand ku wan hevkariya leşkerî ya ji bo Tengava Hurmiz ya DYE’ê ya banga Yekîtiya Qraltiyê û Îtalyayê, red kirine. Serokê Îsraîlê  Benyamin Netanyahu ragihand ku wê êrîşên li dijî hedefên stratejîk li Îranê bidomînin.

Li gorî angaşta Axios ya navenda wê DYE ye, di navbera rayedarên DYE û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Arakçî de kenala têkêliyên rasteraste ji nû ve hatiye avakirin, Abbas Arakçi ev angaşt derewand û diyar kir ku êrîşên DYE’yê, pêvajoya dîplomasiyan sabote dike.

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan jî da zanîn ku welatên wan şer nedaye destpêkirin, lê belê li dijî êrîşan parastin, rewa ye.