Li Mexmûrê di bin ronahiya meşaleyan de wêneyê Mazlum Doxan

Li wargeha penaberan a Mexmûrê agirê Newrozê bi xêzkirina wêneyê Mazlum Doxan geş bû; Hunera ku ji destê xwendekaran derket bû ronahiya qadê û bi hezaran dil dibin siya wêneyekê de bûn yek.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), agirê Newrozê bi koreografiyek bi heybet û di bin taritiya şevê de hat pêxistin. Bi sedan xwendekarên dibistana amedeyî bi meşaleyên di destên xwe de qada pîrozbahiyê ronî kirin û agirê Newrozê bi xêzkirina wêneyê Mazlum Doxan ango Kawayê Hemdem geş kirin.

Xêzkirina wêneyê Kawayê Hemdem di ronahiya meşaleyan de, bû sembola berxwedana dîrokî. Dema ku wêne bi dawî bû, bi yek dengî dirûşmeyên azadiyê hatin gotin.