Di Rojhilata Navînde xeteriya biçîbûnê
Bernameya WFPˊê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hişyarî da ku heke şerê li Rojhilata Navîn bidome, dibe ku nêzî 45 milyon kesên din bi bêewlehiya xwarinê ya mezin re rû bi rû bimînin.
Navenda Nûçeyan – Cîgirê Rêveberê Giştî yê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Carl Skau, li Cinêvê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heke pevçûn heta meha Hezîranê berdewam bikin, dibe ku nêzî 45 mîlyon kesên din bi bêewlehiya xwarinê ya mezin re rû bi rû bimînin. Hate ragihandin ku ev zêdebûn dikare astên birçîbûnê li cîhanê bibe lûtkeya dîrokî.
Dibêje ku heke bihayê petrolê di ser 100 dolarî re bimîne û şer berdewam bike, dê bi mîlyonan kesên din li wan 320 mîlyon kesên ku niha di bin bêewlehiya xwarinê ya mezin de ne, zêde bibin.
WFP’ê bîrdixe û dibêje ku rewşeke wiha di sala 2022’an de bi destpêkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê re hatibû jiyîn û wê demê krîza gerdûnî ya xwarinê bandor li 349 mîlyon kesî kiribû. Li gorî saziyê, di mehên pêş de dibe ku tabloyeke wiha dîsa derkeve holê.