Bi zêdebûna êrîşan li Xezayê rêjeya tundiyê jî zêde dibe
Neteweyên Yekbûyî li ser xirabûna mercên jiyanê û ewlehiyê li Xezayê û Şerîaya Rojava hişyarî da û da zanîn ku tundî jî bi zêdebûna êrîşan zêde bûye.
Navenda Nûçeyan – Nifûsa Zîvala Xezayê ji ber rewşa mirovî û zehmetiyên zêde yên ku her diçe xirabtir dibin, bi karesateke mirovî re rûbirû ye. Ji ber ku operasyonên leşkerî berdewam dikin û hişyariyên NY’ê li ser berfirehbûna krîzê û zêdebûna metirsiya li ser sivîlan hene.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya îro daye, ji destpêka êrîşên Îsraîlê ve di Cotmeha 2023’an ve heta niha hejmara kesên ku di şerê li Zîvala Xezayê de mirine bûye 72 hezar û 247. Wezaretê diyar kir ku tevî peymana agirbestê jî hêzên Îsraîlê hê bombebarana li ser deverên cuda yên Zîvala Xezayê didomînin.
Di 24 seatên borî de cenazeyên 8 kesan û 17 birîndaran rakirin nexweşxaneyê. Di heman demê de tîmên rizgarkirinê ji bin kavilên avahiyên ku ji ber bombebaranê zirar dîtine lêgerîna windayan didomînin.
Ji dema ku agirbestê di 10’ê Cotmeha 2025’an de dest pê kiriye ve heta niha, hejmara miriyan gihîştiye 671 kesan û hezar û 779 kes birîndar bûne. Her wiha 756 cenaze ji bin xirbeyan hatine derxistin.
Li gorî amarên fermî, ji destpêka şer ve hejmara giştî ya birîndaran gihîştiye 171 hezar û 878 kesan, di heman demê de bi hezaran cenaze di bin kavilan de li deverên cuda mane. Tîmên alîkariyê bi zorê xwe digihîjînin kesên hatine kuştin.
Rewş xirabtir dibe
Sekreterê Giştî yê NY’ê kuştina endamên malbateke Filistînî, di nav de zarok jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ve li Şerîaya Rojava şermezar kir û tekez kir ku divê Îsraîl pabendî qanûnên navneteweyî be.
Berdevkê NY’ê got ku ev bûyer di çarçoveya xirabûneke cidî ya rewşa ewlehiyê li Şerîaya Rojava de tê û destnîşan kir ku êrîşên rojane yên ji hêla niştecihên Îsraîlê ve tên kirin, dijwartir û hovanetir bûne ev yek bûye sedema kuştina sivîlan, wêrankirina milkê giştî û di hinek rewşan de koçberkirina tevahiya civakan.
NY’ê ji Îsraîlê xwest ku gavên berbiçav bavêje da ku vê aloziyê rawestîne û tekez kir ku rayedarên Îsraîlê berpirsyariya parastina nifûsa Filistînî, misogerkirina lêpirsînên pêbawer û hesabpirsîna kesên berpirsiyarên van binpêkirinan digrin ser xwe.
Rewşa mirovî li Xezayê
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û ajansên NY’ê hişyarî dane li ser xirabûna şert û mercên jiyanê li Xezayê û rapor nîşan didin ku ji nîvê zêdetir malbat niha neçar in ji bo pijandina xwarinê bermahiyan bişewitînin ku encamên cidî yên tenduristî û jîngehê li deverên qerebalix hene û tekez dikin ku ev tevgera bi zorê giraniya kêmbûna sotemenî û pêdiviyên bingehîn ên pijandinê nîşan dide.
Berdevkê NY’ê tekezî li ser girîngiya destûrdayîna gaza pijandinê ku bi rêkûpêk bikeve herêmê kir û da zanîn ku ji ber ew hêmaneke girîng e ji bo baştirkirina ewlehiya xwarinê û sivikkirina barên rojane yên li ser nifûsê.
Li ser aliyê tenduristiyê jî rayedarê NY’ê rave kir ku ji 5 navendên tenduristiyê tenê du ji wan niha dixebitin û gelek caran bi kapasîteya qismî, tevî hewldanên berdewam ên Neteweyên Yekbûyî ji bo ji nû ve vekirina navendên bijîşkî. Ev rewş asta dijwariyên ku pergala tenduristiyê pê re rû bi rû ye û ji ber qedexeyên berdewam û kêmbûna çavkaniyan çêbûye nîşan dide.