Zext û gefên rejîma Îranê li ser jinan didome

Zext û gefên rejîma Îranê li ser jinan dewame, divê çarçoveyê hêzên ewlekariyê avêtin ser malan û gelek jin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan (Herana) derbarê zext, binçavkirin û êrîşên rejîma Îranê li dijî jinan daxuyaniyek parve kir.

Li gorî rêxistinê heftiya borî hêzên Îstîxbarata Îranê avêtine ser mala welatiya Behayî ya bi navê Ferîde Cebarî ya nişteciha bajarê Buşehrî ya Îranê. Hate gotin ku îstîxbaratê kel û pelên di nava malê de desteser kirine.

Heman çavkaniyê ragihand ku jina bi bi navê Nazenîn Abidîn ya niştecihê bajarokê Qeymişehrî ya ser bi parêzgeha Mazinderan jî hatiye binçavkirin. Hate diyarkirin ku hêzên îstîxbaratê li mala Nazenînê jî geriyane û kel û pelên wê jî desteser kirine.

Herwiha li bajarê Qezwîn jî hêzên îstîxbaratê avêtine ser mala jina bi navê Gulrêz Nuranî a 39 salî û hemû kel û pelên wê yên taybet hatine desteser kirin.

Li gorî heman çavkaniyê jina bi navê Dunya Husênî ya niştecihê Tahranê, 13 rojin bêyî ku sedemek hebe, hatiye binçavkirin.

Saziyê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku di 24’ê Hezîranê de jî jina bi navê Hesenye Keleklî a 41 salî ku mamostaye û nişteciha gundê Sorap ya parêzgaha Êranşare, li nexweşxaneya Xatem ya li Zahîdan jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê mijarê de jî hate gotin ku di 19’ê Hezîranê de Hesenye Kelekî di encama gulebarana hêzek ne nas de, li nêzî meydana Supayê Pasdaran bi giranî birîndar bibû.