Ji Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo Qada Galatasarayê kampanya
Rêxistina Efûya Navneteweyî, ji bo vekirina Qada Galatasarayê li xwepêşander û xwepêşandanan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûya Navneteweyî bi sernavê ‘Bila Qada Galatasarayê ji xwepêşandanan re were vekirin’ kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di parvekirina li ser hesabê madyaya dîjîtal de ev tişt hat gotin: “Dayîk-Mirovên Şemiyê 30 sal in li Qada Galatasarayê ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de bi zorê hatin windakirin, daxwaza heqîqet û edaletê dikin lê belê qad ev bi salan e ji xwepêşandanan re girtiye. Ji bo vekirina Qada Galatasarayê li xwepêşadanan bibe îmzevan.”
Lînga kampanyayê ev e; (https://www.amnesty.org.tr/icerik/galatasaray-meydani-protestoculara-acilmali)