Kongra Star: Zîlan bi çalakiya xwe bû sembola têkoşîna jinên azad

Kongra Star, bi wesîleya 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku Zeyneb Kinaci bi çalakiya xwe bûye sembola nemirî û felsefeya têkoşîna jinên azad.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi wesîleya 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan ku di 30’yê Hezîrana 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêk anî de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongra Star, di destpêka daxuyaniya xwe de di kesayeta şehîd Zîlan de tevahiya cangoriyên meha Hezîranê her wiha şoreşger Sema Yuce, Viyan, Rehşan û Elefteriya bi bîr anî û wiha got: “Şehîdên me ji bedena xwe pira ber bi azadiyê ve afirandin.”

Zîlan bi çalakiya xwe bû sembola nemiriyê’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Zeyneb Kinaci bi çalakiya xwe bûye semboleke nemir û felsefeya têkoşîna jinên azad a şerker, ronakbîr û siyasetemendar a xwedî girêdaneke kûr bi doza gelê xwe ve nîşan daye.

Kongre Star, di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan şehîd Zîlan weke manîfestoya azadiya jinan ya sedsala 21’ê pênase kiriye û gotiye, hevala Zîlan fermandara min e, ez jî şervanek wê me. Rêber Abdullah Ocalan di Zîlanê de modela jina Kurd a welatparêz ku bi kûrahî di rêbaza sosyalîst de asê maye jî dît. Her wiha wê weke keybanûya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û nimûneya jinên azad û wêrek bi nav kiriye."

‘Çalakiya wê ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê mîladeke nû ye’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zîlan bi riya şervaniya xwe, bi bicihanîna erkên xwe yên li hemberî gelê xwe û bi hewldana avakirina civatek demokratîk, exlaqî, siyasî û ekolojîk azad, jiyan ji nû ve pênase kir. Çalakiya wê ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê mîladeke nû ye û destpêka asoyek nû ya artêşbûna jinan e. Zîlan qeydên hatine ferzkirin şikand û bi bedena xwe riya aştî û rizgariya ji koletiyê vekir."

‘Em heta pêkanîna armancên şehîdan soza domandina têkoşînê nû dikin’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku şoreşger Sema Yuce jî di nav de gelek cangoriyan dane ser şopa Zeyneb Kinaci û wiha hat gotin: "Em soza xwe bi hevala Zîlan û Rêber Apo re nû dikin ku em ê riya têkoşînê berdewam bikin heta armancên şehîdan pêk bînin, bigihîjin azadiya jinan, demokrasî û aştiya rasteqîn a li gorî îdeolojiya manîfestoya civaka demokratîk."

Di daxuyaniyê de beşek ji nameya şoreşger Zeyneb Kinaci ji Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan re nivîsîbû hat xwendin.