Xwişka girtiya siyasî Behnam Mahjûbî a jiyana xwe ji dest dabû, hat girtin

Xwişka girtiya siyasî Behnam Mahjûbî ku jiyana xwe ji dest daye, Benaz Mahjûbî ji aliyê hêzên ewlehiya Kirmanşanê ve hat binçavkirin û nayê zanîn birine ku derê.

Navenda Nûçeyan – Dayika Behnam Mahjûbî, Batûl Hûseynî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Kirmanşanê bi ser cihê kar ê keça wê Benaz Mahjûbî de girtine, ew binçav kirine û birine cihekî nediyar.

Dayîka Benaz Mahjûbî di daxuyaniya parvekirî de piştrast kir ku keça wê hatiye girtin û da zanîn ku nizanin keça wê li ku tê girtin û ji ber çi hatiye girtine tu agahî nîn e. 

‘Nexweşiya dil bi keça min re heye’

Dayîka Benaz Mahjûbî destnîşan kir ku nexweşiya dil bi kaça wê re heye û ger tiştek were serê wê berpirsyar Yekîneya Îstîxbarata Muhafizên Şoşreşê ya Kirmanşanê ye. 

Behnam Mahjûbî, girtiyek siyasî bû. Di 28’ê Sibata 2021’ê de piştî girtinek demdirêj û zextên giran ên fîzîkî û derûnî ketibû komayê û li nexweşxaneya Loqman a Tahranê jiyana xwe ji dest dabû. 

Benaz Mahjûbî piştî mirina xwişka xwe, ji bo wê dest bi lêgerîna edaletê kir, li ser Instagram û platforêmên din ên medyaya dîjîtal wêne û nivîs parve kirin û hewl da tiştên ku li girtîgehên Îranê diqewimin bi raya giştî re parve bike.