Zarokê Şehîdan: Şehîdên me nirx û rûmeta me ne

Li bajarê Qamişlo Zarokên Şehîdan derbarê êrîşên ku li ser Rojava yê Kurdstanê tê kirin û binpêkirinên ku li ser Gorîstanên Şehîdan pêk tên daxuyaniyekî Çapemenî dan.

Qamişlo – Zarokên Şehîdan yên ku li bajarê Qamişlo, ji ber êrîşên ku li ser Rojava yê Kurdstanê tê kirin û binpêkirinên li ser gorîstanên şehîdan pêk tên daxuyaniyekî çapemeniyê dan. Daxuyanî li Gorîstana  Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê zarokên şehîdan ve , bi zimanê kurdî Lîlav Elî û bi Zimanê Erebî Jiyan EL-Mao ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî zarokên şehîdan li  Rojava, van  kiryarên çeteyên çekdar ên ku qaşo  xwe wekî  Misilman nîşan didin, ku  li herêmên wekî Reqa, Tebqa û Şedadê pekrewangehên şehîdan talan dikin û didizin,  em van kiryarên hov bi tundî şermezar dikin. Kevirên  gorên şehîdan didizin û cenazeyên şehîdan derdixin da ku wan bibin goristanên xwe. Ev kiryar hemû rêgezên olî û civakî binpê dikin û rêzgirtina wan ji bo pîroziya şehîd û miriyan û nebûna rêzgirtinê ji bo nirxên olî û mirovî nîşan didin. Erkê me ye jî ku em van kiryaran ji bo raya giştî eşkere bikin û van binpêkirinên giran ên li dijî pîroziya şehîdan bi tundî şermezar bikin. Şehîdên me nirx û rûmeta me ne. Pakrewangehên şehîdan pîroz in û em rêzê ji wan re digirin.”

Şehîd Namirin