Rojnamevan Vîda Rabbanî bi kefalet hat berdan
Rojnamevan Vîda Rabbanî ji ber danezana der barê xwepêşandanên meha Çileyê de îmze kiribû, hatibû binçavkirin, bi kefaleta 6.5 milyar tumen ji girtîgeha Tonekabon hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevana Îranî Vîda Rabbanî, bi kefaleta 6.5 milyar tumen hat berdan.
Berdana wê rojnamevanê hevjînê wê, Hamidrazî Emîrî ragihand. Hamidraza Emîrî, di daxuyaniya dawî de got: “Vîda Rabbanî ku di nava îmzevana ‘danezana 17 kesî’ de cih girt, bi kefaleta 6 milyar û 500 tumen ji girtîgeha Tonekabon derket.”
Rojnamevan û girtiya siyasî ya berê Vîda Rabbanî di nava îmzevana ‘danezana 17 kesî’ de cih girt. Vîda Rabbanî, piştî weşandina danezanê, di 31’ê Çileyê de hatibû binçavkirin.
Di danezana mijara xeberê de, li Îranê ji tundiya ku hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan pêk anî lîderê welat Alî Humeynî berpirs girtibûn. Banga darizandina berpirsan û bidawîanîna rejîma Komarê kiribû. Piştî weşandina danezanê, Vîda Rabbanî li gel hinek îmzevanên din hatin binçavkirin.