Îdîaname derbarê zaroka kezî hûnandî de hate amadekirin

Îdîanameya derbarê xwendekara dibistana amadeyî A.K.'yê de ku ji ber hûnandina keziyên xwe hatibû girtin, hat qebûlkirin. Dadgehê, itiraza girtinê red kir.

Navenda Nûçeyan – Di dema êrîşên çeteyên cîhadîst yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin de li ser Rojavayê, van koman keziyên şervaneke jin jêkiribûn û parvekiribûn. Li dijî vê kampanyaya "kezîhûnandinê" dest pê kiribû. Di vê çarçoveyê de li Îzmîrê xwendekara dibistana amedeyî A.K. a 16 salî jî keziyên xwe hûnandibûn û dîmenên wê parve kiribûn. Ji ber vê A.K. hatibû girtin.

Îdianameya derbarê A.K.'yê de ku hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a 2'yan a Îzmîrê ve hat erêkirin. Di îdianameyê de ku bi sûcê "propagandaya rêxistinê" hat amadekirin, parvekirinên A.K.'yê yên li ser medyaya dijîtal wekî sûc hatin hesibandin. 

Danişîna ewil dê di 3'yê Adarê saet di 15.00'an de bê lidarxistin. 

Her wiha dadgehê itiraza ji bo berdanê ya parêzerên A.K.'yê red kir.