Zarokê Şehîdan: Şehîdên me nirx û rûmeta me ne
Li bajarê Qamişlo Zarokên Şehîdan derbarê êrîşên ku li ser Rojava yê Kurdstanê tê kirin û binpêkirinên ku li ser Gorîstanên Şehîdan pêk tên daxuyaniyekî Çapemenî dan.
Qamişlo – Zarokên Şehîdan yên ku li bajarê Qamişlo, ji ber êrîşên ku li ser Rojava yê Kurdstanê tê kirin û binpêkirinên li ser gorîstanên şehîdan pêk tên daxuyaniyekî çapemeniyê dan. Daxuyanî li Gorîstana Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê zarokên şehîdan ve , bi zimanê kurdî Lîlav Elî û bi Zimanê Erebî Jiyan EL-Mao ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî zarokên şehîdan li Rojava, van kiryarên çeteyên çekdar ên ku qaşo xwe wekî Misilman nîşan didin, ku li herêmên wekî Reqa, Tebqa û Şedadê pekrewangehên şehîdan talan dikin û didizin, em van kiryarên hov bi tundî şermezar dikin. Kevirên gorên şehîdan didizin û cenazeyên şehîdan derdixin da ku wan bibin goristanên xwe. Ev kiryar hemû rêgezên olî û civakî binpê dikin û rêzgirtina wan ji bo pîroziya şehîd û miriyan û nebûna rêzgirtinê ji bo nirxên olî û mirovî nîşan didin. Erkê me ye jî ku em van kiryaran ji bo raya giştî eşkere bikin û van binpêkirinên giran ên li dijî pîroziya şehîdan bi tundî şermezar bikin. Şehîdên me nirx û rûmeta me ne. Pakrewangehên şehîdan pîroz in û em rêzê ji wan re digirin.”
Şehîd Namirin