YRJ’ê berdevk û desteya xwe ya rêveber hilbijart
Meclisa Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) piştî kongreya xwe ya 5’mîn civîna xwe ya yekem li dar xist û desteya rêveber û berdevka meclisê hilbijartin.
Qamişlo – Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) îro li bajarê Qamîşlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî konferansa xwe ya 4’emîn yekem civîna xwe li darxist. Di civînê de berdevk û desteya rêveber a YRJ’ê hat hilbijartin.
Di encama dengdanê de Mediya Umer, Neda Muhemed, Rebîa Eto, Emel Muhemed, Şînda Ekrem, Zîlan Ebdo, Dîlan Osman, Arîn Siwêd, Hiyam Abdulla, Yara Muhemed, Hewlêr Hekîm, Evîn Yûsiv, Ciwana Cuma, jiyan Koçer û Sîlva Ibrahim, ji bo destya rêveber, hatin hilbijartin.
Her wiha Emel Mihemed wek berdevka YRJ’ê hat hilbijartin.