‘Hovîtiyên li Sûdanê nakokiya di navbera mafên mirovan û rastiyê de eşkere dike’

Tora Jinan a Qiloçê Efrîkayê, der barê rewşa li Sûdanê de hişyarî da û destnîşan kir ku tundiya li dijî sivîlan û paşguhkirina mexdûran nakokiya di navbera dirûşmeyan û rastiya bi êş de eşkere dike.

Sûdan – Tora Jinan a Qiloçê Efrîkayê (Seyha), di rapora xwe ya nû ya têkildarî tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokên keç ên li Sûdanê de, da zanîn kesên rastî tundiyê zayendî û cûreyên din ên tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî hatine û rizgarbûnê, li cîhanê di nav mirovên herî zêde tên paşguhkirî û vederkirinê de ne.

Tora Jinan a Qiloçê Efrîkayê, di rapora xwe ya bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê weşand de, diyar kir ku tundiya li dijî jin, zarokên keç û sivîlan, nîşaneyek kampanyaya hovîtiyê ya berdewam li Sûdanê ye.

Di raporê de, hate destnîşan kir gelê Sûdanê di vê roja taybet de ku armanc dike taehûtên gerdûnî yên ji bo rûmet, edalet û parastinê ji nû ve piştrast bike, bi "îhmalkirinek şerm” re rû bi rû maye.

Torê, diyar kir ku biçûkxistina tundiya zayendî mîna encamek xwezayî an jî teqez a pevçûnê, yek ji nêrînên herî xeternak ên baviksalar û nijadperest e.

Her wiha di raporê de, hate eşkere kir kesên ku ji pevçûna li Sûdanê bandorbûnê, bi xwestekin ku xwe îfade bikin û daxwaza alîkariyê bikin, lêbelê ev yek bi "îhmalkirineke kûr" re rû bi rû dimînin.