‘Parastina azadiya derbirînê bi dawîbûna şer dest pê dike’
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek weşand û biryardariya xwe ya bi azadiya derbirînê, ewlehiya rojnamevanan û mafê gihîştina agahdariyê tekez kir.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevanên li Sûdanê, yek ji demên herî dijwar ên dîroka medyayê ya welat dijîn û bi gefên cidî yên mîna qetilkirin, girtin, windakirina bi zorê, koçberkirin û statuya penaberiyê re rû bi rû ne.
Sendîkayê, bang li hemû aliyan kir ku rêzê li qanûna navneteweyî bigrin, rojnamevanan biparêzin û dev ji tepeserkirina ramanan berdin.
Şerê ku sê sal in didome, bû sedema qetilkirina 33 rojnamevanan, koçberbûna bi hezaran kesan û gefên li mafên bingehîn ên rojnamevanên girtî an jî winda dixwe. Qanûnên awarte bêedalet û tepeserker in û gihîştina agahdariyê asteng dike. Sendîkayê, destnîşan kir ku parastina mafên mirovan bi azadiya ramanê dest pê dike û ev yek yek jî tenê bi bidawîbûna şer pêkan e.