Xizmên Windayan ji bo Mesut Dundar daxwaza edaletê kirin

Di çalakiyên vê hefteyê de xizmên windayan ji bo Mesut Dundar ê 32 sal berê hat qetilkirin û cenazeyê wî li pişt wesayîta zirxî hat kaşkirin daxwaza edaletê kirin.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" cara 807'emîn hatin cem hev.

Xizmên windayan ên li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê li hev civiyan, ji bo Mesut Dundar ê di sala 1992’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hat windakirin, edalet xwestin.

Gelek caran hat binçavkirin

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî, çîroka Mesut Dundar xwend. Berfîn Elçî got: “Mesut Dundar ji ber rewşa aborî a nebaş nekarîbû tedawî bibîne û neçar ma jiyana xwe wek kesên astengdar derbas bike. Mesut Dundar 3 caran ji ber ku alên zer, sor û kesk hilgirtibû li navçeya Cizîrê di xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û rastî îşkenceyên tund hatibû. Di Tîrmeha 1992'an de polîsên girêdayî Midûriyeta  Cizîrê avêtin ser mala Mesut ê bi malbata xwe re dijiya û ji malbatê re gotin ku ji bo Mesut bibin Nexweşxaneya Derûnî ya Elezîzê hatine. Polîs Mesut û bavê wî ji malê derdixin. Piştre jî Mesut rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê Mesut tirsiya û ji pencereya nexweşxaneyê xwe avêt derve û reviya.”

Bavê wî bi rojan rastî îşkenceyê hat

Berfîn Elçî wiha berdewam kir: “Polîsan bavê Mesut 3 rojan bi xwe re birin û li gundên derdorê li Mesut geriyan. Polîsan ji ber ku Mesut nedîtin, 3 rojan îşkence li bavê wî kirin. Gef li bavê wî xwarin ku ger kurê xwe neyne, dê qetilbikin. Dema ku bav soza anîna wî dide ji aliyê polîsan ve tê berdan. Mesut venagere malê, her roj bi telefonê li malbata xwe digere. Di vê navberê de polîsan her roj bi ser malên wan de girt. Rojekê dema Mesut bi telefonê li malbata xwe digere, dema ku polîs bi ser malê de negirt malbat difikire ku Mesut hatiye girtin.”

Cenazeyê wî bi wesayîta zirxî hat kaşkirin

Berfîn Elçî got: “Di 6’ê Îlona 1992'an de gundê Sulakê li kêleka ava Şeyh Degîrmencî mirî hate dîtin. Li gorî îfadeya gelek şahidên ku bûyera li gundê Sulakê dîtine; Yek ji polîsên ku Mesut anîn cihê bûyerê 3 kesên çekdar bi cil û bergên sivîl bûn. Leşker hatin cihê bûyerê û bi hinceta ku di bin laş de dibe ku xefika bubiyê hebe cenaze li pişt wesayîta zirxî dikişîne. Wêneyê ‘mirovahiyê diherike’ ya di nûçeya sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya 19’ê Mijdara 1992’an de bi salan e nayê jibîrkirin. Di merasîma cenazeyê Mesut Dundar de gelek şopên ji ber îşkenceyên giran derketine. Piştre cenaze radestî malbata wî tê kirin.”

DMME’yê Tirkiye mehkûm kir

Berfîn Elçîn diyar kir ku îfadeya malbatê tenê ji ber ku 4 sal piştî bûyerê ji bo qetilkirina Mesut Dundar serî li DMME’yê dane û bi bîr xist ku DMME’yê di sala 2005’an de di doza Mesut Dundar de Tirkiye bi sûcê ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mehkûm kir û daxwaza edaletê kir.

Herwiha yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven, bertek nîşanî binçavkirina ciwanên govendê digerînin da. Yakûp Guven, destnîşan kir ku dirûşma ku ciwanên li Mêrsînê hatin binçavkirin berzkiriye ne sûc e û wiha got: “Em bêhiqûqiyê qebûl nakin.”

Piştre daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.