Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 40 hezar û 939’an

Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 40 hezar û 939’an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 616’an.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên hewayî, bejahî û deryayî yên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyaniyek da û der barê hejmara êrîşên dawî de agahî parve kir. Hat diyarkirin ku di 48 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê yên 337 rojan de 61 kesan jiyana xwe ji dest dane û 162 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 40 hezar û 939’an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 616’an.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku hîna cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sîvîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.