Li Xezayê di nava 24 saetan de bi dehan Filistinî jiyana xwe ji dest dan

Di êrişên dijwar ên ku Îsraîlê roja înê di saetên sibehê de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê pêk anî de, bi dehan Filistîniyên ku di navbera wan de jin û zarok hebûn, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li dijî Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, herî kêm 16 hazar û 715 zarok, 11 hezar û 308 jin jî di nav de 40 hezar û 878 Filistînî ji aliyê Îsraîlê ve hatine qetilkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Filistîn WAFA’yê, roja şemiyê piştî nîvê şevê di êrişa balafira bê mirov a Îsraîlê li dijî dibistana Halime es- Sadiye ya konên Filistîniyên ji herêma Cibaliya ya bakurê Zîvala Xezayê lê bû de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Di heman demê de di êrişa Îsraîlê ya li dijî maleke li rojavayê kampa koçberan a Nuseyratê de hat00 zanîn ku cenazeyê 5 kesan birine nexweşxaneya Şehîdên El Aksayê. Li herêmên başûr û rojhilatê li taxa Zeytûn ku Îsraîlê bi dijwarî bombebaran kiriye, teqînên mezin rû didin.

Mal bûn hedef

Li herêma Kau i-Kurey ya li başûrê Xan Yunusê di encama êrişa li dijî malekê de hat zanîn ku mirî û birîndar hene. Di êrişa li herêma En-Nasr ku avahiyek hatiye hedefgirtin de di nav de zarok jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de ji sibehê roja înê heta niha herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane.