Mîhrîcana Şehîd Berçem du rojên dagirtî li pey xwe hişt

2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem di roja xwe duyemîn de bi konserên mûzik û govendê yên dewlemend bi dawî bû.

Kobanê- Li bajarê Kobanê ya ku melovaniya 2’emîn Mihrîcana Şehîd Berçem ya jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike, xebat û bernameya mîhrîcanê bi coş û kelecaneke mezin berdewam dike.

Îro di roja duyemîn de ku mihrîcan bi pêşandana belgefilîma Hêza li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido destpê kir, bi konserên mûzik û govendê li qada Şehîd Egîd bi dawî bû.

Di konserê de peyama hunermend Dunya Rezazî ya ji Başûrê Kurdistanê û Helbestvana ji Lîbyayê Asya Lîbya ji bo mîhrîcanê şandibûn hat weşandin.

Ji komên mûzikê yên Koma Şehîd Sakîne ya ji kantona Qamişlo, koma Gerestêrk ji kantona Hesekê, koma Şehîd Esmer ji bajarê Kobanê û hûnermend Yasmîn Esker ji kantona Tebqa, her wiha li kêleka coş û kelecana beşdarvanan ji dirûşmeyan, govend û tilîlliyan  deng û rengê mihrîcanê li asîmanê Kobanê veda.

Roja duyemîn ya mihrîcanê bi govenda ji çand û hûnera kantona Efrîn-Şehba ya Şehîd Sakîne bi dawî bû.

Siba di roja 3’yemîn ya mihrîcanê de, dê di danê sibehê de şaniya govendê were pêşkêş kirin ku gelek kom derkevin ser dika navenda Çand û Hûnera Baqî Xido.

 Her wiha îro PDKʹê nehişt hunermenda Tunisî Amal El Meslosî û hunermeda Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xelamî derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Her du hunermendan xwest beşdarî Festîvala Şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bibin.

Diviya bû her du hunermend îro bigihîştana bajarê Kobanê, da ku sibe di roja sêyemîn de beşdarî festîvalê bibûna.