Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di meha Tebaxê de 23 jin hatin qetilkirin

Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di meha Tebaxê de herî kêm 10 jinên çalakvan hatin binçavkirin, 11 jin ku 6 ji wan Kurd in, hatin girtin û 23 jin jî hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di meha Tebaxê de li ser binpêkirina mafên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand. Di raporê de hat ragihandin ku di meha Tebaxê de herî kêm 10 jinên aktîvîst hatin binçavkirin û 6 ji wan Kurd jî 11 jin hatin girtin.

Hat diyarkirin ku ji bo her 11 çalakvanên jin ên ji bajarên cuda yên Îranê bi giştî 40 sal û 5 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Di heman raporê de hat ragihandin ku ji 23 jinên ji bajarên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 12 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî, ​​2 ji aliyê bavê xwe, 2 ji aliyê kurên xwe û 6 jin jî ji aliyê kesên nenas ve hatine qetilkirin.

Piştî ku çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' belav bû, dewleta Îranê zext û girtinên xwe yên li ser çalakvanên jin zêde kir. Bi taybetî di warê civakî, siyasî û mafên mirovan de xebatên jinan hatin astengkirin. Çalakvanên ku di Îranê de ji bo azadî û mafên jinan dixebitin û têdikoşin, bi berdewamî têne girtin û bi cezayên îdamê yan jî cezayê girtîgehê tên cezakirin.