Xizmên Windayan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan di hefteya 861’an a çalakiya xwe de aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn.

Amed – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" di hefteya 861’a de carek din banga edaletê kir. Di açakiya ku li ber Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşûyolê ya Amedê hatî li darxistin de wêneyên kesên dibin çavan de hatin windakirin û di çînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hate bilind kirin. Di çalakiyê de  li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di 15’ê Tebaxa 1994’an de piştî hate binçavkirin û êdî tu xeber jê nehate girtin hate pirsîn.

Çîroka Îbrahîm Kartay ji aliyê Endama Komîsyona Windayan Parêzer Berfîn Elçî ve hate xwendin.

‘Me cenaze nedît’

Beriya çîrok were xwendin hevjîna Îbrahîm Kartay, Salime Çakirê qala bûyerê kir û got: “Di 1994’an de hevjînê min ji gund birin. Ji wê demê heta niha me tu agahî jê ne girtiye. Dema ew birin ez ducanî bûm. Piştre jî xezûrê min bi şopa wî ket. Lê rayedaran ew jî bi kuştinê tehdît kirin. Heta ku em sax bin em ê li pey şopa wan bin û li hestiyên windayên xwe bigerin.”

‘Serlêda bê encam man’

Parêzer Berfîn Elçin anî ziman ku li gorî hemû hewldanên malbatê jî dîsa îtîrazên wan bê encam man e û wiha axivî: “Di 15'ê Tebaxa 1994'an de leşkeran êrişî gundê navçeya Hênê ya Amedê ku şêniyê gund Îbrahîm Kartay lê dijiya kirin. Gundî li qada gund kom bûn û fermana valakirinê hat dayîn. Beriya ku gundî bikaribin tiştên xwe bistînin xaniyên wan hatin şewitandin. Gundiyên ku debara xwe bi xwe pez dikirin ew pezên wan jî hemû hatin gulebarankirin. Salime Çakir li ber deriyê malê li benda hevjînê xwe bû. Gundiyan ji wan re gotibûn, ew hatiye desteserkirin. Piştî hemû îtîrazên malbatê dîsa jî îtîrazên wan bê encam man.”

Piştî deqeyek rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.