‘Divê dibistana Necîbexan a li Koye bibe muzexane’
Mamoste û pispora dîrokî Şehên Îbrahîm got ku “Necîbexan sembolek e, divê em hemû şanazî lê bikin û rêya wê bidomînin” û xwest ku ev der bibe muzexane.

ŞIYA KOYE
Koye – Jin parçeyek ji dîroka netewa me ye ku her dem û di her qadê de rolek bibandor lîstiye. Jinên bajarê Koye li gorî gelek cihên din roleke bandorker dilîstin. Di demên bûrî de jî jin pêşeng bûn. Dibe ku îro ev rewş ne derbasdar be, ji ber ew dem ji niha baştir bû. Niha kesayetên gelek baş di aliyê nivîs, siyaset, dîrok, civakî û têkiliyên civakî de derketine. Ji ber ku jin pêşeng bûn û parçeyek ji netewa me ne.
Emê rola jinan a di dîrokê de neparastina cihên şênewar û kelûpelên dîrokî biteyîsînin. Mînak Necîbexan Celizdeyî keça Melayê Mezin yê Koye ye. Yek ji jinên ciwan bû ku di temenê heft salî de li bajarê Koye çûye dibistanê.
Li Koye pêşî Necîbexan çû dibistanê
Mamoste û pispora dîrokî Şehên Îbrahîm a ku têkildarî derbarê Necîbexan de agahî da, rola Necîbexan ji me re vegot. Şehên Îbrahîm diyar kir ku Kurd di aliyê jin, dîrok û xebatên jinê de gelek dewlemend in û wiha berdewam kir: “Lê belê mixabin me nekarî sûdê jê bigrin, ji ber wê dibe ku hin beş kêm bin. Divê em wê stêrka ku li Kurdistanê geş dike binasin. Divê em hemû bi Necîbe Zade şanaz bin, ji ber jina yekem bû li başûrê Kurdistanê di demek wisan de ku zarokên xort jî nediçû dibûstanê, çûye dibistanê. Ew jî ji ber ku Necîbexan ji malbatek rewşenbîr, Kurd û welatparêz bû.”
Şehên Îbrahîm da zanîn ku Necîbexan di sala 1917’an de ji dayîk bûye, di sala 1924’an de bavê wê ew şandiye dibistanê û ev agahî dan: “Di wê demê de dibistana keçan tunebû û bajarê Koye bajarek biçûk bû. Herçend Koye biçûk be jî, piranî zana û nivîskar ji wê derê derketin, bajarek pêşketî bû. Melayê mezin jî yek wan kesayetên ku cara yekem keça xwe li gel kurên xwe şandibû dibistanê ye.”
‘Necîbexan sembolek e’
Şehên Îbrahîm da zanîn ku ew cihê behs dike dibistana yekem a Koye bûye û wiha got: “Navê dibistanê Hacî Qadir bû. Fikrên cûda li ser navê dibistanê heye, hinek dibêjin navê wê dibistana zanayan bû ku keça yekem ango Necîbexan Celizdeyî çûyê. Di wê demê de melayê mezin rastî gelek rexneyan hat. Lê belê di heman demê de wisa kir ku xelk çav lê bike û zarokên xwe yên keç bişînin dibistanê û wiha got: “Necîbexan semboleke divê em hemû pê şanaz bin û her tim rêya wê bidomînin. Ji bo gelek hewl daye da ku bibe rewşenbîr û bi wêrekî di rêxistinên jinan de kar kiriye. Di dema xwe de ketiye qada siyasetê û bi wêrekî kar ji bo jinan kiriye. Jinan jî gelek jê bawer kirine. Ji ber kesayeta Necîbexan ewqas mezin bû ku divê heta niha gelek lêkolîn li ser bihatana kirin.”
‘Ji ber bêxemiyê dibistan wêran bû’
Şehên têkildarî neparastina dibistana Necîbexan û dîroka jinan xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: “Mixabin ew dibistan wêran bû, li gorî min ji ber bê xemiyê wêran bûye. Divê hê zêdetir girîngî bihata dayîn. Ji ber çanda her netewek û herêmêk beşek mezin yê dîrokê, parastina netewek e. Divê bikin muzexane. Ez di wê hêviyê de me girîngî bidin û bikin muzexane. Bibe cihek ku zarok û xwendevan wek cihek çandî, dîrokî serdan bikin û xelk ji bo geştê ji welatên cûda bên serdan bikin û ji hemû aliyan ve sûdê jê bigrin. Rola jinan a li Koye di qada siyasî de lîstine mînak Necîbexan û xwişka Firşte bibînin.”
‘Di serdema xwe de civak hişyar dikir’
Şehên destnîşan kir ku di aliyê civakî de gelek kesayetên me hene li kêleka mêran kar kirine û wiha pê de çû: “Di salên 80’yî de jinan bi xwe bazirganî kirine û piştî Îran û li Bexda kel û pel anîne bûne xwedî firoşgeh û xwedî cihên xwe yên kar bûn. Girîng e ew cih werin parastin, bikin navenda geştiyariyê, xelk bên dîrok û cihên me bibînin. Heta rola wan kesayetan bibînin. Ji ber ev cih ne tenê cihek ku Necîbexan cara yekem lê çûye dibistanê. Dibe ku navendek rewşenbîrî û edebî bû û rola wê tê de hebû. Di serdema xwe de civak hişyar dikir. Ji ber wê bandorker bû û deng û rengê wê li ser xebatên rewşenbirî ya jinê hebû. Ji ber wê parastin girînge û em wek kes girîng e ku wan cihan hîs bikin û girîng bizanin.”
Kurtejiyana Necîbexan
Şehên Îbrahîm kurte jiyana Necîbexan Celîzadeyî wiha anî ziman: “Necîbexan Celîzade keça mele Mehmûdê Celîzadeyî (Melayê Mezin) di sala 1917’an de li Koye ji dayîk bûye û di sala 1924’an de cara yekem li Koye çûye dibistana têkel. Piraniya demê wê li Koye derbas bûye. Di malbatek rewşenbîr de mezin bûye. Kesayeta bavê wê gelek bandor lê kiribû. Ji ber di malbatê de cûdahî nedixist navbera kur û keçan û wê demê jinan bi mêran re nedikarîn nan bixwin. Lê belê Melayê mezin ew qalib şikand û hemû li ser yek sifre kom dikir. Her tim hewl daye kesayeta keç û kurên wê bê cûdahî wek hev bin. Perwerdê wisa kir ku kesayetek têgihiştî, bi hêz û jîr jê derkeve û ji xwe bawer be. Kesyateke civakî bû û dema diçû cihek, bê cûdahî silav dida hemû kesan. Civînan kontrol dikir û hemûyan guh didayê. Necîbexan xwedî kesyateke wêrek û bandorker bû. Necîbexan piştî Mesture Erdelanî wek jina duyem a dîroknas dihat dîtin. Ji ber ya ku Necîbexan nivîsî raste ji bo serdema xwe tu tiştek li ber dest nebû, lê belê dîsa dinivîsî. Li herêmê çi qewimiye nivisiye, derbarê siyasî, avhewa, aliyê civakî, aliyê jinan û urf û edetên wê demê de nivîsiye.”
Gelek berhemên wê yên nehatine çapkirin hene
Şehên da zanîn ku ji derveyî Necîbexan mînaka xwişka Fişite û Zeynebxan ya pirîka Necîbexan heye û ev agahî dan: “Ew jî helbestvan bû. Dibe ku piraniya nivisên wê nemabe. Dibe ku nivîsên wê ne bi awayê akademî be, lê belê ji bo wê demê tiştek gelek e. Berhemên Necîbexan hinek hatine çapkirin û hinek mane. Yên ku hatine çapkirin wek dîroka bajarê Koye behs kiriye, di sala 2009’an de çap kiriye û pirtûka binemala Celîzade di sala 2011’an de hatiye çapkirin. Hewla Kurdewarî heye, di sala 2018’an de hatiye çapkirin. Ji derveyî wan jî gelek berhem mane ku nehatine çapkirin. Wek mijara çîroka zarokan û danasîna folklorî û çend destnivîsên din, ez di wê hêviyê de me ku çap bikin. Em di aliyê jin, dîrok û xebatên jinê de gelek dewlemend in. Lê belê mixabin me nekariyê sûdê jê bigrin. Dibe ku beşek winda bibin, ez dixwazim em niha van mijaran lêkolîn bikin û wê dîrokê bidin ser kexezê. Da ku nifşên pêş de bi vê dîrokê kêfxweş bikin.”
‘Pirtûkxane wek avahiya arkeolojîk a Koye hatiye tomarkirin’
Rêveberê arkeolojîk ê Koye Yekîtî Semed têkildarî dibistanê wiha got: “Di serdema Necîbexan de xwendin wek medrese dihat rêvebirin û wê demê dibistana Hacî Qadir li wê bû. Têkildarî mulkê wê avahiyê, ne cihek muzeyî ye, lê belê avahiya Hacî Celal wek avahiya arkeolojî ya Koye hatiye tomarkirin. Me pêşniyar kir ku nûjen bikin, me serlêdan kir, lê mixabin heta niha me tu encamek negirtiye.”