Nêzî milyonek Filistînî bi gefekî nû re rû bi rû ye

Zîvala Xezayê, di roja 673’emîn a êrişan de bi biryara Îsraîlê ya kontrolkirina tevahî bajarê Xezayê, bi gefekî nû re rû bi rû ye. Ev biryar, wê bibe sedem ku bi deh hezaran niştecihan ji cih û warên xwe bibin.

Navenda Nûçeyan – Şerê li Zîvala Xezayê ya di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir, bû sedema jiyana bi deh hezaran sivîlan, koçberbûna dubare ya bi hezaran malbatan, karesateke mirovî, xela, nexweşî û belavbûna nexweşiyên şewbê.

Li gorî Bervaniya Sivîl a Filistînê, îro di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Zîvala Xezayê, yek jê jin herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn. Her wiha di encama êrîşên hezên Îsraîlê yên li dijî sivîlên nêzîkî xalên navendên alîkariyê 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Îsraîlê, îro ji danê siharê ve li bakurê Zîvala Xezayê û bajarê Xan Yûnisê avahiyan hildiweşîne. Şerê îmhakirinê yê Artêşa îsraîlê dikeve roja xwe ya 673’emîn. Di 24 saetên dawî de li nexweşxaneyên Zîvala Xezayê, sivîl û kesên li benda alîkariyê jî di nav de 72 mirin û 314 jî bûyerên birîndarbûne hatin tomarkirin. Ji Cotmeha 2023’an vir ve bi giştî 61 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û 152 hezar û 359 kes jî birîndar bûn. Di encama êrîşên li dijî sivîlên li benda alÎkariya mirovî pêkhatin de, hezar û 772 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 12 hezar kes jî birîndar bûn.

Nêzî milyonek Filistînî bi gefekî nû re rû bi rû ye

Piştî 22 mehên destpêkirina şer re, piştî biryara Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ya desteserkirina kontrola Zîvala Xezayê, nêzî milyonek Filistînî bi gefekî nû re rû bi rû ne. Ev biryar, piştî civîna qebûlkirina daxwaza Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya dixwaze tevahiya Xezeyê kontrol bike, derket holê. Ev yek nîşaneya zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên heta îro bûye sedema mirina zêdetirê 61 hezar Filistîniyan e.

Li gorî televîzyona Kanala 12’an ya Îsraîlê, plana ku şandina hêzên bejayî ya ji bo Zîvala Xezayê jî vedihewîne, wê bibe sedem ku bi deh hezaran niştecihan ji cih û warên xwe bibin, gihandina xurek û alîkariyên mirovî asteng bibee û nêzî milyonek Filistînî ji bajarê Xezayê û deverên din birevîn li başûrê Zîvaleyê.