Li Helebce ji bo piştgiriya cotkaran hefteya bazara çandiniyê
Ji bo piştgiriya berhemên xwemalî û çandiniyê, li bajarê Helebce hefteya bazara çandiniyê hate vekirin, cotkar tê de berhemên xwe pêşan dan.

MÎRÎBAN SELAM
Helebce – Duh li bajarê Helebceyê hefteya bazarê bi armanca piştevaniya cotyar û pêşandana berhemên xemalî hate vekirin. Proje bi serpereştiyariya Rêveebriya Giştî ya Çandiniya Helebce û bi hevkariya Rêxistina Firyagozara Îslamê hate li darxistin û derfetek raste rast ji bo cotkaran da ku berhemên xwe yên xwemalî pêşan bidin û bifroşin.
‘Hefteyên bazaran derfet e’
Xwediyê marqeya berhemên xwemalî ya Hewreman Firîşte Elî ku bi berhemên xwe yê xwemalî ji Hewreman beşdarî hefteya bazara berhemên çandiniyê bûye wiha got: “Berhemên mên yê baxçeyên Hewremane, em beşdarî mihrîcanan dibin û piranî berhemên min keda destê mine û armanca me ewe em berhemên xwezayî belav bikin. Xelk berê xwe bidin bikar anîna berhemên xwemalî. Ev hefteyên bazarê derfetek gelek başe ji bo nasnadina berhemên xwemalî.”
Niyan Mihemed bi berhemên xwemalî yên çiyayê û deştên Kurdistanê wek kezwan û hinar beşdar bûye wiha got: “Ev destpêkek gelek başe û ciwan û jinan beşdar dibin û ez diwê hêviyê deme ev bazar her înê bidome.”
‘Wê ev hefteyên bazarê bidome’
Berpirsê projeya çandiniyê ya rêxistina Firyagizarayî ya Îslamê Şano Bahadîn wiha got: “Ev hefteya bazarê, wê hemû rojên înê bidome. Derfeteke ji bo cotkaran da bikarin berhemên xwe bi firoşin. Ev gav netenê alîkariya bazara berhmane, di heman demê de berê xelkê dayîna kirina berhemên xwemalî ye.”