Weqfa Aştiyê banga "Sala Aştiyê" kir
Weqfa Aştiyê di beriya vekirina Meclîsê de xwest ku îradeya siyasî veguhere rêziknameyeke yasayî û Komîsyona Şopandinê bê avakirin.
Navenda Nûçeyan – Weqfa Aştiyê, di daxuyaniya xwe ya beriya destpêkirina dema nû ya qanûndanînê ya Meclîsa Tirkiyeyê ku 1'ê Cotmehê destpê dike de, diyar kir ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veguhere destkeftiyek mayînde, Meclîs xwedî berpirsyartiyên girîng e.
Weqfê, diyar kir ku ji bo tundî û çek ji nava jiyana siyasî bê derxistin, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin û aştiya civakî pêk were divê Meclîs bi rola pêşengiyê rabe.
Divê îradeya siyasî veguhere rêziknameyek yasayî ya mayînde
Di daxuyaniyê de işaret bi karên Meclîsê yên heta niha hate kirin û diyar kir ku ji niha û pê ve divê îradeya siyasî veguhere pergaleke hiqûqî.
Ji bo siyaseta demokratîk bê xurtkirin, ji bo mafên bingehîn û azadî bêne garantîkirin, ji bo welatîbûna azad pêk were û bawerî, nasname, ziman û çandên cuda xwe bi rengekî azad îfade bikin weqfê xwest ku sererastkirinên qanûnî û destûra bingehînî bêne kirin.
Divê Komîsyoneke Şopandinê bê avakirin
Weqfa Aştiyê, bang kir ku sala nû ya qanûndanînê weke "sala aştiyê" bê ragihandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, di çarçoveya sererastkirina qanûnî de ya ku li Meclîsê hate qebûlkirin Komîsyoneke Şopandinê bê avakirin û saziyên civakî yên sivîl û pispor tevlî vê komîsyonê bibin.
Ji bo astengiyên siyasî û hiqûqî yên li pêşiya siyaseta demokratîk bêne rakirin, ji bo xurtkirina azadî û mafên bingehîn, ji bo misogerkirina welatîbûna wekhev weqfê pêşniyar kir ku bernameyeke qanûndanînê ya berfireh bê amadekirin.
Divê civak bibe hêmana bingehîna pêvajoyê
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku aştî ne tenê bidawîkirina şer e û hate destnîşankirin ku divê civak bibe hêmana bingehîn û garantiya pêvajoyê bi temamî.
Weqfa Aştiyê got, pêvajoya aştiyê ne tenê weke bazariyek di navbera aliyan de, divê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û xurtkirina civakî weke pêvajoyeke veguherînê bê dîtin.
Weqfê ji Meclîsê, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, sendîka, rêxistinên pîşeyî, akademîsyen, rêveberiyên xwecihî û welatiyan banga "Em ji bo aştiyê biaxivin û bixebitin" kir û destnîşan kir ku Meclîs jî di dema nû ya qanûndanînê de divê bi erk û berpirsyariya demokratîk rabe.