Jinên Wanê: Çima kiryarên Rojin tên parastin?

Di ser mirina Rojîn Kabaîşa ku cenazeyê wê 18 roj piştî windabûna wê hate dîtin re du sal derbas bû. Jinên Wanî, bertek nîşanî nedîtina kiryaran dan û pirsîn, "Gelo çima kiryarên Rojîn tên parastin?"

MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN

Wan – Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) Rojîn Kabaîş a 21 salî, di 27’ê Îlona 2024’an de piştî ku ji yûrdê derket, winda bû û piştî 18 rojan cenazeya wê li peravê hate dîtin.

Bersiva pirsa "Çi bi Rojîn Kabaîş hat?", ji roja ewil ve ne diyar e.

Her çiqas di rapora ewil a Tiba Edlî de sedema mirinê "xeniqandina di nava avê de" hatibe ragihandin jî, di lêkolînên piştî îtîrazan hatin kirin de li ser bedana Rojin DNA’yên du mêrên cuda hatin dîtin. Îfadeyên şahidên nepenî yên der barê tevgerên wesayît û HTS’ê yên di şeva bûyerê de ya him li dora yûrdê û him jî li peravê de, li dosyayê hatin zêdekirin. Telefona ku ji bo şikandina şîfreyê ji laboratuarên edlî yên li Îspanya û Çînê re hate şandin, ji ber xeteriya jêbirina daneyan nehat vekirin.

Herî dawî di sala 2026’an de, ji ber dîtina dermanên ku dikarin bibin sedema felcbûna nefesê ya di mîdeya Rojîn Kabaîş de û ji ber hinceta raporkirina kêm a der barê erkdarên tiba edlî yên otopsiyê dimeşînin de, lêpirsîn hate destpêkirin.

Jinên ku tevî du sal di ser windabûn û mirina Rojîn Kabaîş re derbas bû jî neronîkirina dosyayê re bertek nîşan dan, bi gotina ‘kiryar tên parastin’ bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku berpirsyariyên xwe bicîh bînin.

'Em dixwazin doz bê ronîkirin’

Endama Komeleya Jinan a Starê Sîbel Avag, destnîşan kir ku ev du sal in kiryar nehatine dîtin û got: "Em ji bo Rojîn edaletê dixwazin. Kiryar diyar in,  doz ev du sal in berdewam dike, lê hêj tiştek berbiçav tune ye. Em dixwazin tavilê doz bê ronîkirin. Em naxwazin jinek din a mîna Rojîn winda bikin. Ji bo Rojîn edalet!”

'Kiryar hevkarên dewletê ne'

Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Macîde Varhan a diyar kir ku ew ji bo Rojîn Kabaîş li qada ne, balkişand ku du sal di ser windabûn û kuştina Rojîn Kabaiş re derbas bûye û wiha axivî: "Ji ber ku dewlet kiryaran diparêze, nasnameya wan hêj nayê zanîn. Em vê helwestê qebûl nakin. Mêr dikujin û dewlet vê yekê vedişêre. Êdî bes e. Kiryar hevkarên dewletê ne. Rojîn keça hemû kesan e. Keçên me jî diçin dibistanê. Em di serî de ji bo Rojîn, ji bo hemû jinan daxwaza edaletê dikin. Bila kesên ku Rojîn kuştine demildest bên dîtin û bila dewlet kiryaran neparêze.”

‘Heta îro kujer veşartin, negotin û nabêjin’

Hanîfe Kaçak, bi bîr xist ku Rojîn Kabaîş ji bo xwendina zanîngehê hatiye Wanê û wiha domand: “Rojîn hate kuştin, lê kujerê wê hêj nehatiye dîtin. Ew xwendekar bû, çeka wê tunebû, pênûs û lênivîska wê hebû. Heta îro kujer veşartin, negotin û nabêjin. Kujeran diparêzin. Em ê heta dawiyê şopdarên vê dozê bin.”

'Ronî nakin, ser digrin’

Zeynep Erbaga jî wiha axivî: "Du sal derbas bûn. Ji bo ronîkirina dozê tiştek nehat kirin, lê ji bo nixumandina dosyayê hemû tiştan dikin. Îro em li kolanan in û em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin. Em wekî hemû jinên vî welatî, ji bo jineke din winda nebe, hemû tiştî bikin. Ew ê qet nikaribin li vî welatî jinekê bêdeng bikin û nikaribin asteng bibin ku em van dozan bişopînin.”

‘Rojîn keça me hemûyan e’

Xatun Aydogmuş, tekez kir ku ew ji bo Rojîn Kabaîş li kolanê ne û daxwaza edaletê kirin û axaftina xwe wiha domand: “Rojîn keça me hemûyan e. Em ê heta dawiyê li kolanan bin, em ê dev jê bernedin. Kiryarên Rojînê diyar in, lê wan eşkere nakin. Berpirsyar ditirsin, ger netirsiya ban, ew ê îro li vir bûna. Dewlet li pişt kiryaran e."

'Em dev ji vê dozê bernadin'

Yildiz Çetîn a bi bîr xist ku du sal in kiryar nayên dîtin, bal kişand ku her roj jin tên kuştin û got: "Gulîstan Doku, Narîn Guran, Rojîn Kabaîş hatin kuştin. Em wek jinên ji Wanê, du sal in ji bo dengê xwe bidin bihîstin li kolanan in. Em ê heta ku sûcdar neyên dîtin û neyên darizandin, dev ji vê dozê bernedin. Em ê ji bo ev doz nayê girtin, her tim dengê xwe bilind bikin.”

'Kiryar tên parastin'

Seroka Komeleya Jinan a Starê Şafak Erkmen Ozanli jî bi van gotinan diyar kir ku kiryar tên parastin: “Heta ku polîtîkayên bêcezatiyê berdewam bikin, wekî dozên din wê kiryar nayên dîtin. Encamên testa DNA’yê piştî salek derdikeve holê û ji Saziya Tiba Edlî (ATK) daxuyaniyek zelal naye. Lewma em digihîjin vê encamê ku kiryar tên parastin. Ji bo dîtina kiryaran, bicihanîna mekanîzmayên pêwîst ên dewletê pêdiviyek e.”