Li Şengalê civîna gel: Peyama Ocalan û pêvajoya entegrasyonê hatin nirxandin

Li Şengalê bi beşdariya civaka Êzidî civînek hate lidarxistin. Tê de peyama Abdullah Ocalan a li ser YBŞ'ê û nîqaşên li ser pêvajoya entegrasyona bi Iraqê re hatin nirxandin, her wiha hate tekezkirin ku ew ê tu caran daxwaza teslîmkirina çekan qebûl nekin

Şengal – Îro bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Şengalê, li Navenda Meclîsa Gel a Şengalê bi beşdariya civaka Êzidî civîneke gel hate li dar xistin. Di civînê de rewşa dawî ya heremê, pêvajoya entegrasyona demokratîk a di navbera Iraq û hêzên Şengalê de dimeşe hatin dest girtin.

Civîn, ji aliyê hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl û Azad Hisên ve hate birêvebirin. Civîna gel bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo Şengal û civaka Êzidî hate xwendin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di peyama xwe de hişyarî da ku biryara îmhaya YBŞ’ê hatiye dayîn û got, divê ew di nava artêşa Iraqê de cih bigirin û li qadê bimînin.

Piştî xwendina peyama Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Xeteriya şer a li ser Şengalê hate nîqaşkirin

Di civînê de gelek nirxandinên girîng û hişyariyên pêwîst hatin kirin. Hate diyar kirin ku li heremê şerekî dijwar diqewime û ev şer bandoriyeke mezin li ser hemû dewlet û pêkhateyên heremê, bi taybet jî li Şengalê dike. Di civînê de hate gotin ku her çiqas pêvajoyek di navbera Iraq û hêzên Şengalê de hatibe destpêkirin û hinek hevdîtin hatibin kirin jî ji ber nakokî û berjewendiyên heyî, her diçe aloziya li Iraqê mezintir dibe û dibe ku bandoriyeke neyînî li ser Şengalê jî bike.

Di nirxandinan de hate gotin ku niha ji bo parastin û mafên civaka Êzidî û Şengalê di navbera Iraq û hêzên Şengalê de hevdîtin tên kirin û pêvajoyeke entegrasyonê li Şengalê jî dimeşe. Hate diyar kirin ku ev pêvajo di sala 2024’an de destpêkiribû, lê ji ber şerê Emerîka û Îranê û jiholêrabûna hikûmeta Sudanî ev pêvajo hatibû sekinandin û niha carek din hevdîtin destpêkirine.

Hewildanên bêçekkirina Şengalê

Di civîna hate ser ziman ku her çiqas Iraq daxwazên civaka Êzidî bi devkî qebûl kiribin jî daxwazên wan ên wekî divê çek bên teslîmkirin û çiyayê Şengalê ji artêşa Iraqê re bê dayîn hene. Di civînê de hate tekez kirin ku wek gelê Şengalê vê yekê tucaran qebûl nakin û ew ê bi hêz û îradeya civaka xwe ya Êzidî li hember van kiryaran bisekinin û heta dawî ji bo Şengal bibe xwedî nasname tekoşîna xwe berdewam bikin.

Di dawiya civînê de pirsên ku ji aliyê gel ve hatin kirin, hatin bersivandin.