Wênekêşa Kurd Evîn Abbasî di pêşbirka navneteweyî de bû fînalîst
Wênekêşa Kurd a ji Bane, Evîn Abbasî, bi berhema xwe ya bi navê "Ketin Qedexe Ye" di nav sed hezaran serlêdanên ji 124 welatan de û di nava 41 fînalîstên dawî yên pêşbirka navneteweyî ya LensCulture 2026’an de bû fînalîst.
Navenda Nûçeyan – Evîn Abbasî, wênekêşeke navdar a Kurd ji Baneyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Evîn li ser rûpela xwe ya Instagramê ragihand ku xebata wê ya bi navê “Ketin Qedexe Ye” gihîştiye qonaxa dawî ya pêşbirka LensCulture ya sala 2026’an, ku ji nav sed hezaran beşdarên wênekêşên ji 124 welat û pênc parzemînan hatiye hilbijartin.
Evîn Abbasî wêneyek ji xebata xwe weşand û gihîştina nava 41 fînalîstên dawî wekî rûmetekê pênase kir.
Pêşbirka LensCulture yek ji festîvalên wênekêşiyê yên navneteweyî yên herî bi prestîj û navdar e, ku salane bi beşdariya wênekêşên pêşeng ên cîhanê tê lidarxistin.
Berhemên hunerî bala gel dikişînin
Evîn Abbasî, di salên xebata xwe ya di warê wênekêşiyê de li ser mijarên civakî, mirovî û nasnameyê sekinî ye û xebatên wê di bûyer û pêşangehên cûrbecûr de bal kişandine ser xwe. Ew yek ji wan wênekêşan e ku ezmûnên jiyanî û pirsgirêkên civakî di wêneyên xwe de nîşan dide.