Lubnan di navbera zextên navxweyî û pêşketinên herêmî de maye

Analîsta siyasî Lara El-Haşim da zanîn ku aloziya ku Lubnan tê re derbas dibe pirsan li ser mekanîzmaya "Herêmên ceribandinê" li başûr derdixe holê, ku di navbera hêviyên kêmkirina aloziyê û tirsa ji aloziyê de asê mane.

RANA CONÎ

Lubnan – Şer li başûrê Lubnanê hê bi dawî nebûye, ji ber ku bandorên wê bi riya êrîşên rojane ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve tên kirin, li hin bajaran bikaranîna mîqdarên mezin ên teqemeniyan têne kirin, berdewam dikin. Ev yek avahî û binesaziyên ku mane, wêran dike û tirsa ji aloziyek berfirehtir zêde dike.

Hikûmeta Lubnanê jî bi riya danûstandinên nerasterast ên bi navbeynkarî û beşdarbûna Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, hewlên xwe yên dîplomatîk didomîne. Bi armanca xurtkirina agirbestê û çareserkirina pirsgirêkên mayî di nav hewldanan de ye. Ev hewldan, bûne sedema pejirandina mekanîzmayek ku bi deverên pîlot ên ku artêşa Lubnanê ketiyê dest pê dike, bi mebesta berfirehkirina wê pêk tê, ger ceribandin serketî be.

Lê rewşa ewlehiyê ya ku hê jî aloz e, di nav binpêkirin û pêşketinên li ser erdê de û pirsên li ser qonaxa bê, derdixe holê: Gelo Lubnan ber bi pevçûnek leşkerî ya berfirehtir ve diçe? An jî dê rageşî di nav sînorên kontrolkirî de bimîne? Geşedanên herêmî dê çawa bandorê li Lubnanê bikin? û Senaryoyên gengaz di asta ewlehî û siyasî de çi ne?

Lubnan bi alozek hesas re rûbirû ye

Analîsta siyasî Lara El-Haşim tekez dike ku rewşa Lubnanê hê jî pir aloz e, bi taybetî jî di derbarê herêmên pîlot ên li başûr têne bicîhkirin de. Lara El-Haşim destnîşan dike ku yek ji van herêman li bajarokê Zewtar el-Xerbiya, herêmek ku êrîşên Îsraîlê lê hatine kirin, derketiye hole. Di heman demê de hêzên Îsraîlê hê jî li bajaroka cîran Zewtar el-Şerqiya bi cih bûne.

Lara El-Haşim da zanîn ku deverên di qonaxa yekem de Frun û El-Serafand rasterast di bin kontrola Îsraîlê de nebûn. Lara vê nelihevhatina erdnîgarî wek pirsek derdixe holê ku rewşa siaysî û ewlehiyê tevlihev dike, dibîne.

Gelek bajarok hatine wêrankirin

Lara El-Haşim ragihand ku xelkê gundên başûr radestkirina van deveran ji dewleta Lubnanê re wek destkeftiyek bê kêmasî nabînin û wiha pê de çû: “Ji ber ku bi dehan bajarokên başûr ku wêraniyek berfireh dîtine, li derveyî çarçoveya vegera normal dimînin. Nêzî 70 bajarokên li ser xeta sînor, bi tevahî wêran bûne. Ev yek bêyî nêzîkatiyek berfireh ji bo çarekirina rewşa van herêman û mîsogerkirina vegera niştecihên wan, axaftina li ser destkeftiyên berbiçav netemam dike.”

Lara El-Haşim, di analîza xwe ya rewşê de diyar dike ku ger hikûmeta Lubnanê hewl dide di vê mijarê de pêşketinê bi dest bixe an jî wê wek serkeftinek siyasî pêşkêş bike, divê ew çarçoveya deverên pîlot berfireh bike û wiha didomîne: “Û radestkirina xwe ji bo demek dirêj bi yek an du deveran sînordar neke. Ji ber ku ev naveroka înîsiyatîfê têk dide.”

‘Di navbera hêzên siyasî yên Lubnanê de lihevkirinek tune ye’

Lara destnîşan dike ku ev helwesta siyasî ya ku hem bi Hizbullah û hem jî Tevgera Amal girtine re li hev dike, li ser pêwîstiya berfirehkirina van deveran û temamkirina vegera dewletê bo wan hatiye damezrandin. Lara aşkera dike ku rastiya erdnîgarî tevliheviyên zêde li ser peyzaja siyasî ferz dike û wiha dibêje: “Ji ber ku di navbera hêzên siyasî yên Lubnanê de lihevkirinek tune ye. Partî di vîzyonên xwe de di derbarê mekanîzmaya pêkanîna vê gavê û ka meriv çawa bi deverên sînor re mijûl dibe de ji hev cûda ne. Ev mijar dibe mijara nakokiyên siyasî yên berdewam.”

Nêzîkatiyên siyasî yên cûda

Lara El-Haşim da zanîn ku nêzîkatiyên siyasî yên ji bo vê mijarê hê jî cuda ne û analîza xwe wiha domand: “Hizbullah û Tevgera Emel dibêjin ku vekişînek tavilê û temam a Îsraîlê ji axa Lubnanê, pêwîst e. Di heman demê de hikûmeta Lubnanê nêzîkatiyek gav bi gav dipejirîne, çarçoveya herêmên pîlot bi rêzê ve berfireh dike. Digel vekişîna hêzên Îsraîlê û ji nû ve belavkirina artêşa Lubnanê.”

Lara El-Haşim destnîşan kir ku nêzîkatî divê bi qonaxan were bicîhkirin û îdia kir ku Lubnan hewce ye ku gavên li pey hev li ser vê mijarê biavêje. Lara sedema wê jî wiha vegot: “Ji ber ku li gorî wê şer tenê bêtir xwînrijandin û wêranî aniye. Danûstandin beşek ji birêvebirina pevçûnê dimîne, lê bi rêbazên siyasî û aştiyane.”

Welat ber bi qonaxek hesas ve diçe

Lara El-Haşim bawer dike ku ger hewlên siyasî û dîplomatîk neyên temamkirin, ji ber rageşiyên ewlehiyê yên berdewam û potansiyela berfirehbûna dabeşbûnên navxweyî, welat ber bi qonaxek pir hesas ve diçe. Lara wiha got: “Niştecihên herêmên başûr xwe dispêrin rola artêşa Lubnanê û wê wek saziya ku biryarên desthilatdariya siyasî bicîh tîne û berpirsyariya parastina aştiya sivîl hildigre, dibînin.”

Niyeta Îsraîlê ji vekişîna axa Lubnanê tuneye

Lara anî ziman ku nîşaneyên heyî nîşan nadin ku Îsraîl niyeta vekişîna tevahî ji axa Lubnanê nîşan dide û wiha pê de çû: “Helwestên hikûmeta Îsraîlê vê nêzîkatiya berdewam nîşan didin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi zexta siyasî ya navxweyî re rûbirû ye. Bi taybetî bi nêzîkbûna hilbijartinan re, ku li hember helwestên baskê rastgir ê tundrew wî bêtir hesas dike. Ev rewşê bêtir tevlihev dike û îhtîmala zêdebûna aloziyê zindî dihêle.”

Lubnan ber bi ku ve diçe?

Lara El-Haşim derbarê pêşeroja rewşê de û gelo Lubnan ber bi şer an jî kêmkirina aloziyê ve diçe de, îdia dike ku rewş ji bo hemû îhtîmalan vekirî ye. Lara wiha dibêje: “Lubnan niha li ser xaçerêya çend faktorên bi bandor e, bi taybetî hilbijartinên pêşerojê yên li Îsraîlê, biryara hikûmeta Lubnanê ya sînorkirina çekan ji bo dewletê, israra Hizbullahê li ser parastina çekên xwe, xwestekên başûriyên koçber ên ku vegerin bajarên xwe û rola artêşa Lubnanê di parastina aştiya sivîl û bicîhanîna biryarên desthilatdariya siyasî de. Hemû di çarçoveya rastiya hesas û tevlihev a Lubnanê de ne.”

Pêşeroja Lubnanê hê ne diyar e

Lara El-Haşim destnîşan dike ku Lubnan hê jî bi pratîkî di bin siya şer de dijî û tekez dike ku rewşa Lubnanê êdî ne tenê ji hêla faktorên navxweyî ve tê destnîşankirin. Lara diyar dike ku lê ji hêla pêşketinên herêmî, taybetî yên li Îranê û bandorên têkilî û pêşketinên li herêma Kendavê li ser rewşa giştî ve jî bandor dibe.

Lara El-Haşim di dawiyê de tekez dike ku pêşeroj ne diyar e, ji ber ku nîşanên ku qonaxa heyî pir nazik û hesas e, her pêşketinek siyasî an ewlehiyê dikare rasterast bandorê li rastiya Lubnanê bike.