Li Cezayîrê di encama qelibandina otobusek de 25 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
Li parêzgeha Bomerdes a rojhilatê Cezayîrê, di encama qelibandina otobusek de 25 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê û lêkolîna sedema qezayê berdewam dike.
Navenda Nûçeyan – Li Cezayîrê, qezayên trafîkê dibe sedema mirin û birîndarbûna mirovan. Li parêzgeha Bomerdes, otobusek rêwiyan qelibî û di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyeke Rêxistina Parastina Sivîl a Cezayîrê, di qezaya trafîkê ya trajîk de ku îro li parêzgeha Boumerdesê ya li rojhilatê Cezayîrê qewimî de herî kêm 25 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku otobusa rêwiyan ji rê derketiye û ketiye nava newalekî û dibe ku hejmara mirin û birîndarên zêdetir be.
Tîmên Parastina Sivîl, diyar kirin ku tîmên ambulans û rizgarkirinê zû gihîştin cihê bûyerê, dest bi xebata derxistina kesan û pêşkêşkirina alîkariya ewil ji birîndaran re kirin. Her wiha hat diyarkirin ku hinek birîndar ji bo dermankirinê şandine navendên tendirustiyê yên nêz.
Fikara zêdebûna hejmara miriyan
Rayedaran ragihandin ku 25 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn. Tê payîn ku ji ber rewşa krîtîk a hinek birîndaran hejmara miriyan zêdetir bibe. Rayedarên Cezayîrê, hê jî sedemên qezaya otobusê eşkere nekirin. Rayedaran, eşkere kirina hûrgiliyên qezayê, lêpirsînek dan destpêkirin.
Ev qeza, mîna yek ji qezayên trafîkê yên herî kujer a li Cezayîrê, hat tomarkirin. Qezayên trafîkê yên li welat, ji ber sedemên curbecur ên mîna leza zêde, guhnedana quralên trafîkê, pirsgirêkên binesaziyê û rewşa teknîkî ya hinek wesayîdan, gelek caran çêdibin.
Tîmên parastina sivîl û yekîneyên ewlehiyê, şopandina encamên qezayê didomînin. Rayedaran, hevxemiya xwe ya bi malbatên kesên mirine re anîn ziman û tekez kirin ku hewl tê dayîn ji birîndaran re xizmeten tibî yên pêwîst were peydakirin.