‘Bi tifaqa navxweyî û îradeya jinan ferman dubare nabe’
Çalakvana mafên mirovan Parêz Omer û Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di salvegera jenosîda 3’yê Tebaxê de destnîşan kirin ku divê li şûna xeyala koçberiyê, xeyala berxwedan û xweseriyê were xurtkirin.
Şengal – Fermana ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, bi hezaran ji gelê Êzidî bi komkujî û wêrankirina çeteyên DAIŞ’ê re rûbirû hişt. Di germahiya Tebaxê de tî, birçî û bêwar mayîna civaka Êzidî dilê her mirovekî xwedî wijdan tevgerand û anî nava hewldanên alîkariyê. Bi vê yekê re gelek çîrok û serpehatiyên fermanê jî rastiyê bi hûrgiliyên wê ve radixin ber çavên mirovahiyê. Bîranîna fermanê her sal vegera li ser wan kêliyên bi êş e.
Çalakvana mafên mirovan a li Hewlêrê Parêz Omer û Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad behsa fermana 3’yê Tebaxa 2014’an kirin. Parêz Omer û Zeyneb Murad diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû û parastina destkeftiyên civaka Êzidî, pêdiviya herî sereke bi tifaqa navxweyî, statûya siyasî û xurtkirina îradeya jinan heye.
‘Roja piştî fermanê jiyana min hat guhartin’
Çalakvana mafên mirovan a li Hewlêrê Parêz Omer diyar kir ku dîroka 3’yê Tebaxê piştî fermana 2014’an ji bo wê rojeke pir bi êş e û axaftina xwe wiha domand: “Di şeva 3’yê Tebaxê de ew karesata bi êş rû da. Ji bo ku em destekê bidin gelê Şengalê, alîkariyên ku dihatin ber destê me, me hewl dida ku em bibin Duhokê, lê di rê de hindek ji wan ketin destê terorîstên DAIŞ’ê. Her wiha di nav alîkariyên me de tiştên ji bo zarokan jî hebûn. Vê yekê bandoreke mezin li ser jiyana min kir. Doza Şengalê dozeke mezin bû, ev doz ne tenê ya jinan bû, ya civak û jinên Êzidî bi xwe ye. Ji lewra jiyana min hemû hat guhartin û min hemû hêza xwe da vê dozê.”
‘Televizyonên wê demê rola ku dihate xwestin negirtin ser xwe’
Parêz, xalek girîng bi bîr xist û got ku ragihandinê di pêvajoya 3’ê Tebaxê de zêdetir rola propagandayê lîst ne ya parastina gelekî ku di nava pişaftinê re derbas dibe. Parêz wiha qala wan rojan kir: “Televizyonên wê demê rola ku dihate xwestin negirtin ser xwe. Her tim diyar dikirin ku jin tenê bi şêwazên mexdûr û wekî qurbanî xwe rizgar kirine. Ji ber vê siyaseta weşanê me rexne li hikûmeta Iraqê kir da ku weşan bi sînor bin û her tişt neyê ser ekranan. Bûyerên ku dihatin weşandin dibûn sedema aloziyan, ji ber ku bi kevneşopiyên civakê re li hev nedikirin.”
‘Keçên Êzîdî şanazî û serbilindiya me ne’
Parêz Omer diyar kir ku wekî Kurd ev ne yekem ezmûna jenosîdê ye, her wiha bal kişand ser pêvajoya rejîma Baasê ku gelek jin hatibûn girtin û îşkence li wan hatibû kirin û wiha got:“Qanûnên girtîgehên siyasî piştî vê serdemê bûn xwedî maf û îmtiyazên wan hebûn. Bi vê qanûnê re kesên ku li girtîgehên siyasî dihatin girtin bi şanazî dikaribûn bêjin ku doza me dozeke siyasî ye. Em dixwazin ku ji bo keçên me yên Êzidî jî heman maf û şanazî werin pêkanîn. Keçên Êzîdî şanazî û serbilindiya me ne. Em bi rêya dadgehan dikarin vê yekê bînin ziman û nîşan bidin.”
‘Gelê me hîn jî xeyalê derketina derveyî welat dijî’
Çalakvana mafên mirovan a li Hewlêrê bal kişand ser doza jin û civaka Êzidî û wiha pê de çû:“Me nekarî em bi temamî xwedî li doza otonomiya xwe derkevin. Gelê me hîn jî xeyalê derketina derveyî welat dijî. Ji axa xwe derketin û dûrketin tê wateya xizmeta kesên ku jenosîd li ser vê civakê pêk anîne. Armanca jenosîdê jî ew e ku vê axê ji destê Êzidiyan derxînin. Dema ku Êzidî ji axa xwe derdikevin, armanca jenosîdê pêk tînin. Di nava civaka Êzidî de tê gotin ku ‘fermana spî’ tê serê me. Ez bi xwe tevlî vê gotinê nabim. Ferman tu caran spî nabe; ferman pir qirêj e, reş e. Ferman tê wateya kuştin, revandin, derxistin û dûrxistinê.”
‘Em ê tu carî nehêlin ku ferman careke din dubare bibe’
Parêz di dawiyê de anî ziman ku tu caran maf nayên xwestin, tên staendin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Di konferansê de behsa xwestina mafan hat kirin, lê maf nayên xwestin, têne stendin. Em xwedî doz in û em dixwazin doza me bê naskirin û çareserkirin. Li şûna xeyala derketina ji welat, divê xeyala berxwedanê hebe û zindî be. Parlamentoya Iraqê tiştê ku li serê Êzidiyan hatî anîn wekî jenosîd qebûl kir, divê qanûnên ku ji bo jenosîdê pêwîst in ji bo vê civakê bên meşandin. Divê em li ser vê dozê rawestin; ne tenê li Şengalê, li Hewlêr, Bexda û li her cihê ku biryar lê tên dayîn divê em li wir xurt bin. Ji bo ku em ji her kesî re, bi taybetî jî ji jin û keçên Êzidî re bêjin hûn taca serê me ne û em ê tu carî nehêlin ku ferman careke din dubare bibe.”
‘Gelê Êzîdî xwedî îradeyeke mezin e’
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad jî, ji ajansa me re behsa fermana 3’yê Tebaxa 2014’an kir û tekez kir ku jin û gelê Êzidxanê tevî jenosîd û komkujiyên ku derbas bûn jî li ber xwe dane. Zeyneb Murad salvegera fermanê bi bîr xist û diyar kir ku her sal ev bûyera bi êş wekî birîneke kûr di dilê gelê Êzidî û mirovahiyê de cih hiştiye. Zeyneb destnîşan kir ku dîroka 3’yê Tebaxê wekî peleke reş di dîroka cîhanê de hatiye nivîsandin û wiha pê de çû: “Tevî ku gelê me fermaneke ewqas giran û zehmet kişand, careke din serî hildan, niheqî û koletî nepejirandin û rabûn ser piyan. Her wiha civaka xwe ava kirin û jiyaneke nû dan destpêkirin. Em dibînin ku her sal li Şengalê guhertineke nû çêdibe, ev jî tê wê wateyê ku ev gel xwedî îradeyeke mezin e.”
‘Em ê bi îtîfaqa navxweyî astengiyên li pêşiya gelê xwe rakin’
Di berdewama axaftina xwe de Zeyneb Murad destnîşan kir ku gelê Şengalê ji bo ku nasnameya xwe ya resen ji bişaftinê biparêze gelek xebat meşandine û van xebatan wiha anîn ziman: “Ji bo ku gelê Şengalê nasname, hebûn û axa xwe biparêze xebat dimeşîne, ev yek gelekî pîroz e. Lewma em dibêjin di 12’emîn salvegera jenosîda li ser gelê me yê Êzidî de, em ê bi tifaqa navxweyî astengiyên li pêşiya gelê xwe rakin, ji bo em li ser xaka xwe di pêşerojeke azad de xweseriya xwe bijîn.”
Bi gotinên şermezarkirinê û daxwazên ji holê rakirina komkujiyan Zeyneb Murad wiha got: “Êdî bes e ji fermanan re, êdî bes e ji komkujiyan re. Bi yekîtî û hevgirtinê, her wiha bi piştevaniya gelan û pêkhateyên cîhanê em ê vê qonaxa hestiyar û zehmet derbas bikin. Ez bi xwe geşbîn im; gelekî wisa xwedî îrade dikare gelek tiştên mezin bike.”
‘Bi statûya gelê Êzîdî re em dikarin tifaqa navxweyî ava bikin’
Zeyneb Murad bal kişand ser tifaqa navxweyî ya gelê Êzidî û wiha got: “Bi tifaqa navxweyî ya gelê me yê Êzidî ku dibe bingeheke bi tendurist, em ê bikaribin vê qonaxa hesas derbas bikin. Ji bo ku em destkeftiyên mezin bi dest bixin, divê em bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin û bi hikûmeta Iraqê re lihevkirineke bingehîn çêkin. Gelê me yê Êzidî di hemû aliyan de xwedî yek biryar e. Îro statû ji bo gelê me xwedî cihekî girîng e. Em dikarin bi rêya lihevkirina navxweyî vê statûyê bi dest bixin û nehêlin nifşên nû li ser erdnîgariya xwe bêpar bimînin.”
‘Jinan şiyana xwe bi rêya têkoşînê bi dest xistin’
Her wiha Zeyneb Murad bal kişand ser rola jinan û wiha bidawî kir: “Bi taybetî ji bo jinên Êzidî di her alî de silav û hurmetên min hene. Di roja me ya îro de qonaxa ku jinên Şengalê gihîştinê, deng li tevahiya cîhanê veda. Ji ber ku berê jin wekî qurbaniyekê dihatin dîtin, lê niha jinên Êzidî wekî pêşeng tên dîtin. Ev gelekî girîng e. Em hêz û moralê ji jin û keçên xwe yên Êzidî digirin. Bi taybetî ji yên ku di nava xebatên dîplomasî, ragihandin, siyasî, civakî û parastinê de cih digirin. Ev hemû destkeftiyên pîroz in û divê em wan biparêzin.”