Welatiyên Lur Razieh Khahesh û Mahshad Keshanî hatin girtin

Welatiyên Lur Razieh Khahesh û Mahshad Keshanî, di dema xwepêşandanên giştî de hatin girtin û der barê rewşa wan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên nûçeyan, Razieh Khahesh û Mahshad Keshanî yên hemwelatiyên Lur ên ji Yasujê, di xwepêşandanên giştî yên 31’ê Kanûna 2025’an de hatin girtin.

Razieh Khahesh li Yasujê û Mahshad Keshanî jî li Îsfahanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat binçavkirin û sewqkirin. Heta niha der barê rewşa tenduristiyê an jî cihê herdu kesan de tu agahî nehatiye bidestxistin.