Şerîaya Rojava 2025’an bi mirin, girtin û koçberbûna bi darê zorê re derbas kir

Di sala 2025’an de Şerîaya Rojava, şahidiya zêdebûna operasyonên leşkerî yên Îsraîlê û êrîşên niştecihên bajêr kir. Ev rewş, bi şerê Xezayê re bû sedema zêdetir xirabûna şert û mercên mirovî, ewlehî û aborî.

Navenda Nûçeyan – Sala 2025’an li Şerîaya Rojava yek ji salên herî dijwar bû. Di êrîşên artêşa Îsraîlê û niştecihan de  zêdebûneke bêhempa hate dîtin û ev yek bi şerê qirkirinê ya li Xezayê re hate jiyîn. Ev zêdebûn, binpêkirinên rojane yên li dijî Filistîniyan kûrtir kir û bandorên cidî yên mirovî, ewlehî û aborî hişt.

Li gorî rêxistinên fermî û mafên mirovan, di hejmara mirî û birîndaran de zêdebûnek cidî hate jiyîn û girtin, operasyonên leşkerî û çalakiyên bicihbûnê berfireh bûn. Ev yek bi awayekî zelal zexta hêzên Îsraîlê ya li ser gelê sivîl a li Şerîaya Rojava nîşan dide.

Li gorî daneyên Navenda Îstatîstîkê ya Navendî ya Filistînê û Wezareta Tenduristiyê, ji destpêka şerê li dijî Xezeyê ya di Cotmeha 2023’an de, li Şerîaya Rojava hezar û 102 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 34 kes jî birîndar bûn. Sînorkirin û windahiyên mirovî yên Îsraîlê, li Şerîaya Rojava rasterast bandor li ser aramiya civakî û demografîk kir.

Zêdebûna girtinan

Rêxistinên mafên mirovan ên Filistînî, belge dikin ku di sala 2025’an de girtin zêdebûne û 600 jê zarok û 200 jê jin nêzî 7 hezar bûyer hatin tomarkirin. Ji bilî Xezayê, hejmara giştî ya girtiyan bû 21 hezar. Hate diyarkirin ku hejmara girtiyên Filistînî 9 hezar û 300 kes derbas kiriye, ji wan 3 hezar û 350 girtiyên îdarî û hezar û 220 jî "şervanên neqanûnî" ne. Her wiha hate diyar kirin ku di sala 2025’an de 32 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane û ji destpêka şer ve hejmara windahiyan gihişt 100 kesan û ji wan 83 kes ji ber îşkenceyê an jî îhmalkirinê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên hinek miriyan hêj tên girtin.

Operasyonên leşkerî û koçberkirin

Ji 21’ê Çileya 2025’an û vir ve, hêzên Îsraîlê li bakurê Şerîaya Rojava operasyonên berfireh pêk anîn. Operastona ku li kampa penaberan a Cenînê destpêkir, belavî kampên Tulkerem û Nur Şems bûn û bi sedan xanî hatin hilweşandin û zêdetirê 50 hezar Filistînî ji cih û warên xwe bûn. Li kampan guhertinên girîng ên erdnîgarî û demografîk hatin jiyîn.

Zêdebûna rekor di xebatên bicihkirinê de

Di sala 2025’an de, zêdebûnek mezin di çalakiyên bicihkirinê de çêbû û Rêveberiya Îsraîlê zêdetirê 28 hezar yekîneyên nû pejirand. Li gorî "Peace Now" 28,163 yekîne hatin pejirandin û ji bo  hezar û 33 yekîneyan danûstandin tên plankirin; 126 ji van aîdî wargeha Sanurin ku di Gulana 2025’an de ji nû ve hate damezrandin. Li Şerîaya Rojava nêzî 750 hezar, li Rojhilatê Qudsê 250 hezar niştecih hene. Êrîşên niştecihan, hema her roj heye û dibin sedema koçberiya bi darê zorê.

Bandorên li ser sektora perwerdehiyê

Dibistanên li Şerîaya Rojava rastî serdegirtin û fermanên hilweşandinê hatin; Dibistana Seretayî ya Khillet Amira di Kanûna 2025’an de hate hilweşandin. Heşt zanîngeh jî rastî serdegirtinê hatin û zirar dîtin. Windahiyên di sektora perwerdehiyê de; 18 hezar û 979 xwendekar, hezar û 399 xwendekarên zanîngehê, 797 mamoste/karmendên îdarî,û 241 karmendên perwerdehiya bilind e.

Rewşa aborî

Di aliyê aboriyê de li Şerîaya Rojava hilweşînek giran hate jiyîn. GDP daket ji sedî 13, bêkarî gihîşt ji sedî 28 û hejmara bêkaran bû 650 hezar. Ev rewş, ji qedexeyên Îsraîlê û kêmbûna çalakiya aborî çavkanî girt.