Li Darfûrê kêmbûna xurekê gefê li jiyana zarokan dixwe
UNICEF’ê hişyarî da ku li Eyaleta Bakurê Darfûrê asta kêmbûna xurekê her ku diçe kûr dibe û ev yek gefê li jiyana zarokan dixwe.
Navenda Nûçeyan – Encamên kêmbûna xurekê ya di nav zarokên li Eyaleta Darfûra Bakur de, bi awayekî xeternak giran dibin. Bi sedan zarok, ji ber kêmbûna xurekê, nebûna lênêrîna bijîşkî û astengiyên xizmetên bingehîn ên ji ber pevçûnên berdewam, pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijîn. Belavbûna nexweşiyan, qelsbûna pergala parastinê ya laş û şert û mercên jiyanê yên xirab rewşê hêj zêdetir xirabtir dikin.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di daxuyaniya xwe ya 31’ê Kanûna 2025’an de hişyarî da ku li Eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê kembûna xurekê ya di navbera zarokan de gihîştiye astên bêhempa û xeternak. Lêkolîna dawiya li li yekîneya hikûmeta herêmî ya Um Buru hate kirin, eşkere kir ku ji nîvê zêdetir zarokên hatine nirxandin ji kêmbûna xureyê ya akût bandor bûne û jiyana ji her 6 zarokan yek di rewşek krîtîk û xeternak de ye. Di lêkolîna ku nêzî 500 zarokan dihewîne de, rêjeya kêmbûna xurekê ya akût gihişt rêja ya ji sedî 53’an. Ev rêje sê qat ji sînorê awarte yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya ji sedî 15 destnîşan kiriye zêdetir. Hate destnîşan kirin ku qeyran ji ber pevçûnên berdewam û sînordarkirinên giran ên li ser gihîştina alîkariya mirovî hêj zêdetir kûrtir dibe.
Rêvebera Îcrayê ya UNICEF’ê Catherine Russell, diyar kir ku asta kêmbûna xurekê ya giran hecweyê mudaxeleyeke lezgîn e û got zarokên li Um Buru ji bo jiyankirinê têdikoşîn. Catherine Russell, destnîşan kir ku heta ku alîkariya mirovî ya bi ewle û bêasteng neyê mîsogerkirin, her roj ji bo zarokan xeteriya mirinê zêde dibe û balkişand ku rêjeyên mirinê ji niha ve gihîştine asta awarte.
Rêxistinê, diyar kir ku beşek girîng a nifûsê ji malbatên ku ji pevçûna li El-Faşêrê reviyane pêktê û gelek zarokan ji ber neaşîbûnê di xetereyeke cidî de ne. Rewşa ewlehiyê ya xerab gihîştina alîkariya mirovî sînordar dike, piştgiriya rizgarkirina jiyanê dereng dixe û berfirehkirina xizmetên mirovî zehmettir dike.
UNICEF’ê, ragihand ku Bakurê Darfûrê yek ji deverên ku ji ber qeyrana kêmbûna xurekê li Sûdanê herî zêde bandor bûye ye û heta meha Mijdarê nêzî 85 hezar zarok ji bo navendên dermankirinê hatine qebûlkirine. Rêxistinê, destnîşan kir ku tevî dabînkirina heyî, qeyran bi lezgînî xizmetên tenduristî û xurekê yên berfireh neçar dibe û bang li hemû aliyan kir ku ji bo gihîştina ewle û bê asteng a alîkariya mirovî û agirbestek mirovî zextek dîplomatîk a bilez kir.