Tulay Hatîmogullari: Divê demildest gavên ku pêvajoya aştiyê xurt bike bên avêtin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li qadên Newrozê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çêkirina qanûnan bi milyonan kes peyam dan û got: “Teqez divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de komkujiya Kizilderê û Samandag a Hatayê bi bîr anî û got: “Mahîr Çayan û hevrêyên wî ji bo darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan canê xwe feda kirin. Jiyana wan a şoreşgerî û têkoşîna rıya sosyalîst û welatparêzên Kurdistan û Tirkiyeyê ronî dike. Mehmet Latîfecî ku li Samandagê hat qetilkirin jî şagirtê Hîkmet Kivilcimli bû û sosyalîstekî Ereb bû. Li navçeya Samandagê Serokiya DEP’ê kir. Li dijî polîtikayên asîmîlasyonê ji bo nasnameya Elewiyên Ereb têkoşiya. Ji Kizildere heta Samandagê em hemû hevrêyên xwe yên windakirne bi bîr tînin û têkoşîna wan dê di bîra me de zindî be.”

‘Bi milyonan kes azadiya fizîkî xwest’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn gelan agirê Newrozê pêxist û geş kirin û wiha domad: “Newroza Îsal ji hemû Newrozan girseyîtir bû, ket nava rûpelên dîrokê. Newroza sala 2026’an bû Newrozek avakar. Ew Newroz nîşaneya xwedîderketina bi milyonan kes a ji bo banga dîrokî ya 27ê Sibatê ye. Ji dewlet û desthilatê re 5 peyamên girîng dan. Bi milyonan mirovan azadiya fizîkî ya birêz Ocalan daxwaz kirin. Em jî li vir peyama gelê xwe di parlamentoyê de tînin ziman û dibêjin gelê me û em azadiya birêz Ocalan dixwazin. Teqez divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were. Yek jî hemû gelan daxwaza aştiyê kir û xwedî derket. Bi milyonan Kurd jî xwedî li yekîtiya demokratîk derketin û ew peyam dan. Ji hemû dewletên serdest re jî peyama wekhevî û azadiyê dan. Bi milyonan daxwaza demokratîk kirin û li dijî zimanê qirêj ê medyayê jî peyam dan. Weke DEM Partî heta dawî em li pişt banga milyonan in. Desthilat divê li gorî peyamên bi milyonan kes tevbigere. Heke gavên rast werin avêtin aştî jî dê pêk were û demokrasî jî.”

Peyama Abdullah Ocalan

Tulay Hatîmogullari bertek nîşanî binçavkirin û girtinên piştî Newrozê pêk hatin da û xwest demildest kesên hatine girtin bên berdan. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku gelek kes û bi taybet 2 welatî rastî îşkenceyê hatine û got ku ew li rex kesên rastî îşkence hatine ne û li dijî îşkenceyê ne. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Em di merhaleya 2’yemîn a pêvajoyê de ne. Divê ew merhele bi gavên qanûnî bê şênberkirin. Ji bo aştî û demokrasiyê divê demildest gavên şênber bên avetin. Birêz Ocalan di banga Aştî û Civaka Demokratîk de siyaseta demokratik xurt kiriye û deriyê wekheviyê vekiriye. Heyeta me jî bi birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di vê civînê de nirxandinên birêz Ocalan ji bo komara demokratîk girîng in. Heyeta me peyama birêz Ocalan bi raya giştî re parve kir. Birêz Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser vê yekê; Çareserî bi qebûlkirina nasname û bi civakê re avakirina entegrasyona demokratîk e. Komar bi demokrasiyê xurt dibe û beşdarbûna komarê ji bo hemû gelan li ser bingeha nasname û azadiyê be.”

‘Di merhaleya 2yemîn de divê qanûn bên amadekirin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê demildest qanûnên aştiyê xurt dike bên amadekirin û ev tişt got: “Divê desthilat, parlamento û dewlet jî li gor merhaleya 2’yemîn a pêvajoyê gavên qanûnî biavêje. Heke gav neyên avêtin baweriya civakê bi pêvajoyê nayê û bawerî dişkê. Civak li benda avêtina gavan e. Hê jî parlamentoyê tu xebat nedane pêş xwe. Geşedanên li Rojhilata Navîn çareseriyê li ser me ferz dike. Ji bo avêtina gavan divê li benda encama pêvajoya Îranê neyê hiştin. Ji bo wê banga me ji desthilatê û dewletê ew e ku divê takvîmek ji bo avêtina gavan bê diyarkirin û bi raya giştî re bê parvekirin. Her wiha di gavên ku hewcedarî bi çêkirina qanûnan nîn e de jî divê dewlet gavan biavêje. Li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa divê girtiyên siyasî bên berdan. Gavên ku pêvajoya aştiyê xurt bike divê demildest bên avêtin. Divê girtiyên pîr û kal û nexweş demildest bên berdan. Polîtîkaya qeyûman bi dawî bibe. Pêşiya siyaseta demokratik, azadiya fikir û remanê bê vekirin. Em dixwazin ku desthilat bi cesaret tevbigere. Em ji bo aştiyê amade ne ku canê xwe jî bidin. Di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê divê azad bibin û bigihîjin mafên xwe yên ziman û çandî.”

‘Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye’

Tulay Hatîmogullari derbarê şerê li Îranê û êrîşa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî axivî û êrîş şermezar kir. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bi vê yekê dixwazin Herêma Kurdistanê bikişînin nava şer û wiha axivî: “Divê ev êrîş rawestin û belavî qadeke din nebin û berfireh nebe. Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye û heta dawî em li rex wan in. Berdela êrîşên Îsraîl û Emerîkayê yên li dijî Îranê, hemû gelên li herêmê dide.”

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku krîza aborî her ku diçe dijwart dibe û divê desthilat polîtîkayên xizaniyê ji holê rake û got ku ew her tim li rex karker û cotkaran e.