Jiyana Nergis Mihemedî di metirsiyê de ye
Kampanyaya “Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nergîs Mihemedî” derheqê jiyana Nêrgîs Mihemedî de daxuyaniyek da. Daxuyaniyê de wiha hate gotin: Nergîs Mihemedî di 24’ê Adarê de li girtigeha Zencanê ya Îranê krîza dil derbas kiriye û bêhiş hatiye dîtin.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya “Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nergîs Mihemedî” derheqê rewşa Nergîs Mihemedî de daxuyaniyek da.
Li gor daxuyaniya ku hatiye ragihandin tenduristiya Nergîs Mihemedî di metirsiyêde ye û wiha tê gotin: "Ew di 24’ê Adarê de di nav nivînê xwe de bêhiş hatiye dîtin. Li gorî hevalên wê yên hucreyê, ew nêzî saetek ser hişê xwe de ne hatiye. Girtiyên hucreyê de ew di betaniyekê de pêçane û birine nexweşxaneya beşa jinan, li wir derman dan wê da ku wê bênin ser hişê xwe. Ruxmê viya jî rayedaran red kirin ku Mihemedî bişînin nexweşxaneyê.”
Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku Nêrgis Mihemedî her di vereşe, êşa wê ya seriyê girandibe û çavên wê jî kêm dibîne. Ev nîşanene piştî ku di 12’ê Kanûna 2025'an de li Meşhedê di dema binçavkirinê de bi awayekê tund îşkenceyê re rûbirû dimîne û ji serê xwe derb dixwe destpêkiriye. Her wiha pirsgirêkên Nergîs Mihemedî yên weke tansiyon, dil û ciger ji heye ev yek di bijişkan de fikaran avadike.
Li gorî daxuyaniyê, dozgerê girtîgehê têkiliya Nergis Muhammedi tenê bi sê deqeyan bi xwişk û birayên wê re sînordar kiriye û hemû têkiliyên bi parêzerên wê re qedexe kiriye. Her wiha ji hêla rayedaran ve tê ferzkirin ku hemû serdan di bin çavdêriya rayedaran de werin kirin. Kampanya di daxuyaniya xwe de bang rayedarên Îranê kir ku tavilê Nargis Mihemedî û hemû girtiyên wijdanî berdin û ji bo tenduristiya wan derfet avabikin.