Abdullah Ocalan: Pêvajoya bi Komara Demokratîk re derbasbûna merheleya aştiyê ye
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî têkildarî hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribûn daxuyanî da.
Navenda Nûçeyan – Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol der barê hevdîtina xwe ya di 27’ê Adarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê kirin daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di 27’ê Adara 2026’an de, di çarçoveya hevdîtinên me yên bi birêz Abdullah Ocalan re, me li Girava Îmraliyê civînek li dar xist. Vê hevdîtinê bi awayekî zelal nîşan da ku pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng. Di vê astê de, hat destnîşankirin ku riya çareseriyê mijareke piralî ye, hewceyê nirxandina danûstandinan, îradeya demokratîk û berpirsyariya dîrokî ye.
Erk û berpirsyariya dîrokî ya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku xebata piştî Rapora Komîsyonê bêyî ku bê dirêjkirin divê bigihîje çarçoveyeke qanûnî ya berfireh û tevahî.
Di nirxandinên lijneya me de, nêrîneke hevpar derket holê, ji bo ku derfetên dîrokî ji dest me neçin û îradeya rasteqîn a çareseriyê bi ser bikeve divê riyên diyalogê vekirîbin û siyaseta demokratîk bê xurtkirin.
‘Civaka demokratîk temînata siberoja hemû gelan e’
Careke din hat diyarkirin ku civaka demokratîk ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn temînata siberojê ye. Em bawer dikin ku her kesê vê pêvajoyê rast fêm bike û bi berpirsyarî nêz bibe, ne tenê îro di heman demê de di siberoja me ya hevpar de jî dê bi ser bikeve û ev tişt hat gotin:
“Divê em bi awayekî teng nêzî vê pirsgirêka mezin nebin, em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên hegemonîk ên kûr hene. Her çendî ligel rewşa xedar a li Sûriyeyê hinek pêşketinên erênî hebin jî niha şerê bi Îranê re di rojevê de ye. Piştî şerê bi Îranê re sê xet derketine holê. Ya yekemîn xeta DYA-Îsraîlê ye. Ya duyemîn bi pêşengiya Brîtanyayê xeta hin hêzên navneteweyî û herêmî ye ku armanca wan parastina statuya heyî ye. Ya sêyemîn xeta demokrasî û jiyana hevbeş e ku em bi riya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê xetê diparêzin. Geşedanên li Îranê careke din nîşan dan ku pêvajoya li Tirkiyeyê tê meşandin mafdar û girîng e.
‘Em çareseriya xwe li ser xeta Anatolya-Mezopotamyayê ava dikin’
Em çareseriya xwe li ser xeta Anatolya-Mezopotamyayê ava dikin. Têkiliya Anatolya-Mezopotamyayê xwedî rehên dîrokî yên kûr e. Yekemîn peymana aştiyê ya mezin di dîrokê de Peymana Kadeşê ye ku di navbera Hîtît û Misriyan de çêbû. Dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn a çar hezar salî nîşan daye ku ewlehiya Anatolyayê bi Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ve girêdayî ye. Entegrasyona demokratîk tê wateya beşdarbûna çanda Mezopotamyayê wekî hebûneke demokratîk.
Tu pirsgirêka me bi Komarê re tune ye. Pirsgirêka rastîn ev e ku komar ne demokratîk e. Demokrasî tekane çareserî ye ku dikare komarê xurt bike.
Divê nîşankirina şaşî, zêdegavî û meylên dij-demokratîk ên civak û welatan ên di dîrokê de, wekî dijberiya pîroziyan neyên dîtin. Divê bê gotin ku parastina rêbazên asîmîlasyonîst ên bi baweriyeke pozîtîvîst, kirasekî teng e li welat hatiye kirin.
‘Pêvajoya aştiyê’
Weke ku min di banga xwe ya 27’ê Sibatê de diyar kir, serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Vegera ji bo rabirdûyê êdî ne mimkun e. Pêvajoya ku em tê de ne, bi Komara Demokratîk re beşdarbûna aştiyê ye. Ev pêvajoya ku em hêvî dikin bi ser bikeve dê komarê du qat bihêztir bike. Civaka demokratîk bi giranî bi çareseriyeke wisa ve girêdayî ye. Divê em têgihîştineke kolektîf û sivîl bi pêş bixin ku têkiliya di navbera Kurdan û dewletê de bi awayekî erênî saz bike. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tunene.
‘Beşdarbûna komarê divê li ser bingeha azadiyê be’
Beşdarbûna komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesê derbasdar in. Di vê xalê de ez girîngiyê didim bi rêbazên guncav bigihîjim tevahiya raya giştî da ku ramanên min ên der barê pêvajoyê de bi awayekî rast bên fêmkirin.
Çareseriya entegrasyona demokratîk li ser bingeha feraseteke civakparêz hatiye avakirin. Ji bo çareseriya civakparêz, demokratîkkirina pergalên civakî bi awayekî tevahî û kolektîf hewce ye.”