TJA’yê ji bo doza Ayşe Gokkan banga tevlîbûnê kir
TJA’yê ji bo doza aktîvîsta xwe Ayşe Gokkan a ku di 26’ê Adarê de ye, banga beşdarbûnê kir.
Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, ji 5 salan zêdetir e girtî ye. Doza wê di 26’ê Adarê de saet di 11.00’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê pêk tê.
TJA’yê banga beşdarbûna li doza Ayşe Gokkan kir û wiha got: “Aktîvîsta me Ayşe Gokkan ji pênc salan zêdetir e di girtîgehê de ye. Em li hember zextên li ser têkoşîna jinan a ji bo azadiyê, bêdeng namînin. Ne zext û ne jî girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin.”